Şirnexî: Bi êrîşan re dixwazin me koçber bikin, lê em ê ti carî xaka xwe neterikînin
Şêniyên navenda Şirnexê dan xuyakirin, ku dewlet dixwaze wan ji xaka wan derxînin, lê ew ê cih û warên xwe neterikînin. Şirnexiyan gotin, "Ev der axa me ye, em ê ti carî neterikînin."
ANF
ŞIRNEX
şemî, 6 reşemiyê 2016, 12:09
Li navenda bajarê Şirnexê ku zêdeyî meheke ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin, ji ber êrîşên çekdarên dewletên li hemberî taxên berxwedanê Bahçelîevler, Yenîmahale û Dîcle, gelek xanî bûn ku nema karibin bên bikaranîn. Di êrîşan de Mehmet Siddik Tekmen (34) hat qetilkirin û zaroka bi navê Zehra Çevîk a 17 salî birîndar bû. Ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk ên bi çekên giran, gelek xaniyan zerar dîtin û gelek heywan telef bûn.
Ji şêniyên taxa Bahçevlîevlerê Hecî Îbrahîm Gungen da xuyakirin, ku roja Înê dema ew diçûn nimêjê hêzên dewleta Tirk êrîşî wan kirine û diyar kir, bi êrîşan re dixwazin gelê Şirnexê koçber bikin. Gungen destnîşan kir, ku ew ê taxa xwe neterikînin û got, "Saet derdora 11:00 bû, dema em diçûn xutbeyê, dewletê êrîşî me kir. Gule li taxa me reşandin û xwestin em taxê vala bikin. Lê em ê ti carî vê derê neterikînin û dest ji xaka xwe bernedin. Me talan bikin jî em ê vê derê neterikînin. Erdogan çi ji me dixwaze, me fêm nekir." Gungen got, "Di bin navê 'em ê terorê beqedînin' de jin, zarok extiyaran bi temamî sivîlan qetil dikin" û bizinên xwe yên ji ber guleyên dewletê telef bûn nîşan da. Gungen got, "Gelo ev jî terorîst in?"
Xanim Gungen jî anî ziman, ku bi destpêkirina şer re wê neviyê xwe yê sê rojî bi xwe re daxistiye jêrzemîna xanî û hewl didin li wir bijîn. Gungen got, "Ev der axa me ye û em ê ti carî neterikînin." Gungen pitika di destê xwe de nîşan da û got, "Bi pitika 3 rojî re ez reviyam. Çi bikim, nizanim. Em li vir dijîn. Bavê min 100 salî ye, diya min 70 salî ye. Ev der xaka me ye. Axa pîr û bapîrên me ne. Em li vir ji dayik bûn, em ê li vir bimirin. Welehî me bikujin jî em ê li vir bimînin. Yên li vir in jî zarokên me ne."