Li Geverê êrîşa hêzên dewletê hat şikandin
Hêzên dewleta Tirk ên xwestin êrîşî taxên li Geverê bikin, ji ber bersiva YPS û YPS Jin neçar man xwe vekişînin.
Hêzên dewleta Tirk ên xwestin êrîşî taxên li Geverê bikin, ji ber bersiva YPS û YPS Jin neçar man xwe vekişînin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, hêzên dewleta Tirk danê êvarê bi hejmareke zêde ya ji leşker û polîsan hewl dan li hemberî taxa Yenîmahale operasyonê pêk bînin û ji aliyê Oremarê ve gule li taxê reşandin.
Piştî vê gulereşandinê, hêzên dewletê hewl dan bi kepçeya zirxî bikevin nava taxê. Li ser vê yekê hêzên YPS û YPS Jin bersiv dan û şer derket. Di encama vî şerî de hêzên dewleta Tirk neçar man xwe vekişînin.
Li aliyê din, girseya gel a li ber Mala Gel li hev civiya, bi qîrîna dirûşmeyan re destek da hêzên xweparastinê.