Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojava dewam dikin

Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê yên li ser xeta sînor a Girê Spî û Kobanê dewam dikin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê yên li ser xeta sînor a Girê Spî û Kobanê dewam dikin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn.

"Êrîşên Arteşa Tirk ên ku di 24’ê Cotmeha 2015’an de li dijî çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor a Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dikin.

5’ê Sibatê saet di 18.15’an de Arteşa Tirk ji çeperên xwe yên Akçakale bi çekên giran êrîş birin ser bakurê sawamayê genîm a Girê Spî û rojavayê Girê Spî. Êrîşên Arteşa Tirk heta derengiya şevê berdewam kirin.

5’ê Sibatê saet di navbera 10.00 û 11.00 de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser başûrê bajarokê Eyn Îsa yê girêdayî Kobanê.

Komên çeteyan saet di navbera 11.00 û 12.00 de bi çekên giran êrîş birin ser rojhilatê gundê Şergirat ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa.

Di 5’ê Sibatê de hêzên me li ser rêya Cendol a li bakurê Helebê operasyonek lidar xistin. Di encama operasyonê de maşîneyek leşkerî ya çeteyan hat rûxandin û bi qasî hatiye zelalkirin 2 endamên çeteyan hatine kuştin."