Demîrtaş bang kir: Li dijî zilmê em dengê xwe bilind bikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir, ku encama ji wan jêrzemînan derkeve holê, wê ji aliyê siyasî ve rê li ber şikestineke mezin veke û got, "Ji ber ku cebirandina vê şikestinê nabe, em ji niha ve bang dikin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir, ku encama ji wan jêrzemînan derkeve holê, wê ji aliyê siyasî ve rê li ber şikestineke mezin veke û got, "Ji ber ku cebirandina vê şikestinê nabe, em ji niha ve bang dikin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ên ji bo wergirtina 42 birîndar û 17 cenazeyên li jêrzemînên du avahiyên li Cizîrê asê man e di nava hewldanan de ne, tevî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û kedkarên tenduristiyê yên dildar civîneke çapemeniyê lidar xistin. Demîrtaş da xuyakirin, ku ji hewldanên wan hînê ti encam derneketiye.

Demîrtaş careke bal kişand ser rewşa li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê û astengiyên hêzên dewleta Tirk ên nahêlin kes xwe bigihînin wan deran û destnîşan kir, ku encama ji wan jêrzemînan derkeve, wê ji aliyê siyasî ve rê li ber şikestineke mezin veke.

Demîrtaş got, "Ji ber ku cebirandina vê şikestinê nabe, em ji niha ve bang dikin. Mirovên sax hene, hejmara wan 30, 35, 40 e, em baş nizanin. Eger hûn dixwazin wan mirovan înfaz bikin, ev yek wê komkujî be. Cîhan hemû dizane. Hûn êdî nikarin van mirovan bikujin, ev gelekî zelal e. Ji ber ku dixwazin derkevin, dixwazin xwe bigihînin ambûlansê. Piştre eger ji aliyê hiqûqî ve tiştekî were kirin hebe, hûn ê bikin. Niha jî radibin dibêjin, 'HDP dixwaze birevîne'. Em bi ku ve birevînin? Bajar, tax bi temamî hatiye dorpêçkirin. Ji bo hewldanên me yên însanî û wijdanî pûç bikin radibin dibêjin, 'Di nav de payebilindên PKK'ê hene. Hewl didin wan rizgar bikin'. Mirovên li wê derê bi tenê dibêjim; dema em derketin derve bila guleyan li me nereşînin. Bi tenê garantiya vê dixwazin. Hikûmet garantiya vê nade. Bi tan û topan êrîş dike."

'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN WEHŞETÊ'

Demîrtaş anî ziman, ku agahiyên ji Cizîrê tê mirovan dixin nava tirs û fikaran û got, "Tê gotin, market, dermanfiroş û firinên nobedar jî hatine girtin. Hewl didin bi temamî tarî bikin, dorpêç bikin. Em nizanin bê niyeta wan çi ye. Em ji Waliyê Şirnexê re dibêjin; di destê me de delîl hene ku nîşan didin ew mirov sax in. Qeyda dengê wan a TV hene. Lîsteya navê wan heye. Lewma eger hinek dixwazin wan înfaz bikin, ev yek sûcekî gelekî mezin e. Dixwazim careke din dubare bikim; hûnê nikaribin ji vî sûcî rizgar bibin. Divê hûn destûrê bidin ji bo heyeta sivîl bi ambûlansan biçe wê derê. Divê hûn zanibin; em ê destûrê nedin vê wehşetê. Em ê hemû mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî bi kar bînin."

'QESR Û ERGENEKON LI HEV KIRIN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku li hemberî wan desthilatdariyeke siyasî ya exlaq û wijdana xwe çikiya ye, heye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi lihevkirina Qesr, Ergenekon û artêşê re di 7'ê Hezîranê de darbeyek hat kirin. Hikûmet jî bê însiyatîf ma. Hikûmet jî, parlament jî di nava vî karî de hene. Ev hêza tifaqê niha li her derê operasyoneke berfireh a komkujiyê, şerekî kirêt dimeşîne. Ji bo çi vê dikin? Ji bo hevkariyeke gemarî ya nû ya li dora desthilatdariyeke nû ya qesrê dikin. Girîng civak vê gelekî baş bibîne û pê bizanibe. Sedema bingehîn a komkujiya tê kirin, ev e. Ji bo xurtkirina desthilatdariya qesrê ye. Heta roja îro bi dewleta kûr re jî peymanek kir. Bi Ergenekoniyan, bi neteweperestan re hevkarî û tifaqek hat kirin. Hin neteweperestên Tirk ên nîjadperest jî destek dan vê. Koalîsyoneke bi vî rengî niha li ser erdê jî hêza xwe ya operasyonê ya taybet wezîfedar kiriye.

'BERPIRSYARÊ HEMÛ MIRINAN HÛN IN'

Ji bo Serokwezîr û hikûmetê jî wezîfeya nixumandina van sûcan hatiye dayîn. Darbe li wan jî hatiye kirin. Dibêjin 'erê' û serî li ber xwar dikin. Kêlî bi kêlî em dibînin fatûre mezin dibe. Serokwezîr duh jî ev bilêv kir û bi şêweyê 'wê hîn bêhtir mirov bimirin, em ê hîn bêhtir operasyonên leşkerî yên giran pêk bînin' ev yek rave kir. Tê wateya; wê hîn bêhtir leşker, hîn bêhtir ciwanên Kurd, hîn bêhtir PKK'yî jiyana xwe ji dest bidin. Ev rewş cihê tirs û fikaran e. Li holê pêvajoyeke çareseriyê nîne. Rewşeke hezîn heye. Eger we biryar da bin operasyonên leşkerî zêdetir bikin, mîna beriya niha hûn ê ji mirinên ji niha û pê ve jî rû bidin berpirsyar bin. Eger ji we heye ku bi kuştina hîn behtir mirovan re hûnê pirsgirêkê çareser bikin, hingî mîna hikûmetên salên 90'î hûn ê berpirsyarê bazara can û xwînê bin."

BANGA 'ÇALAKIYAN ZÊDE BIKIN'

Demîrtaş da zanîn, ku yekane rêya herî bi bandor a sekinandina vê zordariyê, hêza gel e û got, "Em bi çalakiyên demokratîk re dengê xwe bilind bikin. Divê çalakiyên 'dengê li dijî zilmê' yên her êvarê saet di 19'an de tên lidarxistin, werin mezinkirin û zêdekirin. Bêyî ku em zerarê bidin can û malê kesî, bi rêxistinbûyîneke xurt em qîrîna xwe ya aştiyê bilind bikin. Eger ev dengê aştiyê mezin bibe, ev siyaseta me ya ji bo pêşîgirtina li komkujiyan wê xurt bibe. Hikûmet dibêje, polîtîkayên wan ên şer ji aliyê gel ve tê destekkirin. Wê demê divê her kes li dijî van polîtîkayên şer saet di 19'an de nîşan bide ku ew alîgirê aştiyê ne. Bi awayekî bênavber. Ev bang gelekî girîng û krîtîk e. Hesasiyet û bangên me yên di vî warî de wê bidomin."