Operasyona leşkerî ya li Şemzînanê dewam dike
Operasyona leşkerî ya li herêma Çelareş a Şemzînanê hat destpêkirin, di roja 3. de dewam dike.
Operasyona leşkerî ya li herêma Çelareş a Şemzînanê hat destpêkirin, di roja 3. de dewam dike.
Operasyona leşkerî ya êvara 4'ê Sibatê li bejahiya gundê Şapatan a ser bi navçeya Colemêrg Şemzînanê destpê kir, di roja 3. de ye. Operasyon bi giranî li herêma Çelareş a gundikê Serero yê gundê Şapatanê bi gelek maşînên zirxî tê meşandin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li jorê qadên Mûşan û Elde jî maşînên leşkerî yên bi tîpa Kobra û Kîrpî, bi cih bûne.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku hêzên dewletê amadekariyan dikin heta mehên biharê li vir nobedê bigirin û li ser vê bingehê li derdorê dewriye digerin û keşfê dikin.