Êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand.
ÊRÎŞA BI BALAFIRÊN ŞER
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"5'ê Sibatê saet di navbera 12:30-13:00 de balafirên şer ên TC, qada Şikefta Birîndaran a herêma Zapê, saet di navbera 20:00-20:30 de derdora gundê Mam Hesen û Deşta Kafya yên Garê bombe kirin.
ÊRÎŞA BI OBUS, HAWAN Û TANKAN
5'ê Sibatê saet di navbera 13:30-14:30 de qereqola Rûbarok a li ser xeta sînorê Avaşîn e, obus û hawan avêt Dola Zeytê.
Ji saet 21:00 ê 5'ê Sibatê heta saet 03:00 ê 6'ê Sibatê, yekîneyên artêşa TC ên li derdora qada Şehîd Kendal a li navçeya Şirnex Qilabanê bi cih bûn, obus û hawan avêtin Girê Nêriya yê li Heftanînê."
TEVGERA KEŞFÊ DIDOME
Di dewama daxuyaniya HPG'ê de li ser tevgera balafirên keşfê jî ev agahî hatin dayîn:
5'ê Sibatê saet di navbera 14:00-17:00 û 12:30-14:00 de li herêmên Garê û Xakurkê, saet di navbera 05:00-15:30 de li qada Çemço ya li Zapê, 5-6'ê Sibatê saet di navbera 10:00-04.00 de li herêma Zapê, 5'ê Sibatê saet di navbera 12:30-14:30 û ji saet 19:30 ê 5'ê Sibatê heta saet 05:30 ê 6'ê Sibatê balafirên keşfê yên bêmirov li ser herêma Garê geriyan.
5'ê Sibatê saet di navbera 12:00-14:00 de li herêma Zapê, saet di navbera 11:30-14:30 de li herêma Avaşînê, saet di navbera 13:30-14:30 de li herêma Garê balafirên şer geriyan."