Fermandarê HPG'ê Serhat: Em dixwazin di operasyona Tel Afer û Mûsilê de cih bigirin
Fermandarê hêzên HPG'e yên Kerkûk-Mexmûrê Bawer Serhat diyar kir, ku heta Mûsil û Kerkûk azad nebin xeteriya li ser Başûrê Kurdistanê wê ji holê ranebe û destnîşan kir, ku Mûsil bi pêşengiya hêzên Kurd dikare azad bibe.
CÎHAN OZGUR / DÎREN ROJ
KERKÛK / ANF
şemî, 6 reşemiyê 2016, 09:20
Fermandarê Hêzên HPG'ê yên Kerkûk-Mexmûrê Bawer Serhat destnîşan kir, ku heta Mûsil û Tel Afer neyên azadkirin, xeteriya li ser Başûrê Kurdistanê ranebe û got, "Eger ji bo operasyona Mûsil û Tel Aferê daxwaz ji wan bê kirin, ew amade ne.
Fermandarê Hêzên HPG'ê yên Kerkûk-Mexmûrê Bawer Serhat rewşa dawî ya leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û mijarên din ên di rojevê de ne, ji ajansa me re nirxand.
Serhat bibîr xist, ku piştî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Mûsil, Şengal, Mexmûr û Hewlêrê, ji bo parastina nirxên neteweyî hêzên gerîla hêz şand ji van herêman û ji hingî ve şerekî girîng dimeşînin.
Serhat da xuyakirin, ku ev berxwedan sal û nîvek li dû xwe hişt û got, "Ev rola gerîla îro jî heye, ji ber ku êrîş û xeteriyên DAIŞ'ê hînê dewam dikin. Dibe ku mîna berê nebe, lê belê dîsa jî hewl didin êrîş bikin. DAIŞ hînê ji bo nirxên Kurdan, li dijî xaka Kurdistanê gefek e. Xeterî hînê ji holê ranebûye."
HETA KU MÛSIL Û TEL AFER NEYÊN RIZGARKIRIN XETERÎ HOLÊ RANABE
Fermandar Serhat da zanîn, ku çeteyên DAIŞ'ê hewl didin zorê bidin xeta Kerkûkê û li derdora Mexmûrê jî weke xeteriyekê hebûna xwe diparêze. Serhat got, "DAIŞ li Tel Afer û Mûsilê xwedî çeperên zexm e û car carna êrîşan ji van deran dike. Heta ku ev her du herêm di destê DAIŞ'ê de be, wê derfetên xwe yên êrîşkirinê her hebe. Ji Şengalê heta Kerkûkê hewl dide windahiyan bi me bide dayîn û zerarê bide gel. Bi heman rengî êrîşî xeta Mexmûrê jî dike. Bi topên hawanê êrîş dike, bi çekên giran êrîş dike."
DAIŞ 20 KM DÛRÎ KERKÛKÊ, 17 KM DÛRÎ MEXMÛRÊ YE
Der barê mesafeya çeperên DAIŞ'ê ji van herêman de Serhat ev agahî da: "Hînê duh êrîşî gundekî 17 km dûrî Mexmûrê ye kir. Bersiva pêwîst ji êrîşan re tê dayîn. Li derdora navenda Kerkûkê biryargehên wan hene. Bi qasî 20-25 kîlometre dûrî Kerkûkê çeteyên DAIŞ'ê hene. Hewl didin êrîş bikin. Ev yek xeterî û gefeke mezin e, lewma têkoşîn dewam dike. Hêzên gerîla û pêşmerge xeteke hevpar a parastinê ava kirine. Li dij êrîşan tê derketin, bes hebûna DAIŞ'ê hînê xeteriyeke."
ARMANC MERÎWAN BIBÎR ANÎ
Fermandar Bawer Serhat di nava axaftina xwe de bibîr xist ku 6'ê Çileyê salvegera şehadeta hevalê wan Armanc Merîwan e û bi vê wesîleyê hevrêyê xwe Merîwan bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî, li ser navê HPG'ê ji malbata Merîwan û tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest.
GERÎLA WEZÎFEYA XWE BI AWAYEKÎ SERKETÎ BI CIH TÎNE
Serhat diyar kir li eniyên Kerkûk û Mexmûrê hêzên HPG û pêşmergeyan xeteke hevpar a parastinê ava kirin û got, "Xeteke xurt a parastinê heye. Helwesteke hevpar, tevgereke hevpar û parastineke hevpar heye."
Serhat anî ziman, ku hêzên gerîla wezîfeya dikeve ser milê xwe bi awayekî serketî bi cih tîne û destnîşan kir, ku kengî êrîş hat kirin wan bersiv dane û kengî pêwîstî bi parastina xaka Başûrê Kurdistanê çêbûye hêzên gerîla bêteredût yekser bi berpirsyariya xwe rabûne.
FERMANDARIYA HEVPAR BI KÊRÎ KURDAN TÊ
Ji bo pêşvebirina vê tevgera hevpar a hêzên gerîla û pêşmerge Serhat bal kişand ser girîngiya avakirina fermandariya hevpar û anî ziman ku hem PKK hem jî HPG'ê ji destpêkê ve pêşniyar û daxwaz di vî warî de kirine. Serhat diyar kir, ku li ser bingeha berjewendiyên gelê Kurd û nirxên neteweyî ew daxwaza fermandariya hevpar dikin û ragihand, ku ev fermandarî ji bo parastina xaka Kurdistanê pêwîst e.
DI MIJARA MÛSILÊ DE POLÎTÎKAYEKE HEVPAR A HÊZAN NÎNE
Li ser operasyoneke gengaz a ji bo rizgarkirina Mûsil û Tel Aferê Fermandarê HPG'ê Bawer Serhat ev nirxandin kir:
"Rast e, ev demeke dirêj e nîqaş li ser operasyonek ji bo Mûsilê tê kirin. Mûsil û Tel Afer xwedî girîngiyeke gelekî stratejîk in. Nêzî Şengal, Mexmûr, Hewlêr û Kerkûkê ne. Ji bo Iraqê jî xwedî girîngiyeke stratejîk in. Jİ bo gelek gel û baweriyan jî bajarekî muhîm e.
Li Iraq û Başûrê Kurdistanê gelek hêzên siyasî û leşkerî hene. Lê belê koordînasyonek nîne. Her hêz li gorî armancên xwe nêzî pirsgirêka Mûsilê dibe. Li ser mijara piştî rizgarkirinê gelek hesab hene. Ji ber vê yekê polîtîkayeke hevpar nîne. Operasyon ev demeke dirêj e tê nîqaşkirin, lê heta niha gaveke şênber nehatiye avêtin.
AZADKIRINA MÛSILÊ BI PÊŞENGIYA HÊZÊN KURD DIBE
Çareserî ew e, ku divê mirov li cihekî dûr li hêza Mûsilê azad bike, negerin. Ev yek ancax bi pêşengiya gerîla û pêşmerge dibe. Bi desteka hêzên koalîsyonê re gerîla û pêşmerge dikarin Mûsilê azad bikin. Derfetên vê hene, hêza vê jî heye. Bi tenê tevger destpê bike, ew bes e.
EGER JI BO MÛSIL Û TEL AFERÊ DAXWAZ JI GERÎLA BÊ KIRIN BERSIVA HPG'Ê WÊ 'ERÊ' BE
Fermandar Serhat da xuyakirin, ku ji bo tevlîbûna wan li nava vê operasyonê heta niha ti daxwaz li wan nehatiye kirin, lê belê ew dixwazin di operasyonên Mûsil û Tel Aferê de cih bigirin. Serhat got, "Eger daxwazek di vî warî de were kirin, wê bersiva me 'erê' be. Bêguman hêzên me yên li Mexmûr, Kerkûk û Şengalê wê tevkariyeke gelekî mezin li vê operasyonê bikin.
HPG JI BO RIZGARKIRINA MÛSIL Û TEL AFERÊ AMADE YE
Bi hezaran mirovên me li Mûsil û Tel Aferê dîl hatine girtin. Bi hezaran keç û jinên Êzidî yên hatine revandin li van deran esîr tên girtin. Rizgarkirina van mirovên me berpirsyariya me ye. Lewma di operasyonek ber bi Mûsilê ve, weke hêzên gerîla çi pêwîstî hebe em amade ne pêk bînin."
ÊRÎŞA LI HEMBERÎ KURDISTANÊ JI KU Û JI KÊ TÊ BILA WERE, EM Ê LI DIJ DERKEVIN
Der barê rol û mîsyona hêzên gerîla de Fermandar Serhat got, "Weke HPG, êrîşa li hemberî gelê me ji ku û ji kê tê bila were, em ê li dij derkevin. Bawerî, dilsozî, hişmendî û vîneke bi vî rengî ya HPG'ê heye. HPG hêzeke profesyonel e. Xwedî tecrûbeya şer e. Di serketinên me yên li hemberî DAIŞ'ê de ev yek xuya bûye. Herêmên Rojava, Mexmûr-Kerkûk-Şengal ên Başûrê Kurdistanê mînakên vê yên şênber in."
ÎLANÊN YPS'Ê WÊ BIDOMIN
Fermandarê HPG'ê yê Kerkûk-Mexmûrê Bawer Serhat bal kişand ser berxwedana li Bakurê Kurdistanê ya li dijî êrîşên çeteyên AKP'ê û li ser navê hêzên gerîla yên li Mexmûr û Kerkûkê, berxwedana gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê bi rêzdarî silav kir û pîroz kkir.
Serhat bibîr xist, ku gelê Kurd cara yekê ye kolan bi kolan, mal bi mal, bajar bi bajar, navçe bi navçe li ber xwe dide û got, "Ev yek pêşketineke gelekî girîng e. Îlanên YPS û YPS-Jin gelekî girîng in, em wan silav dikin. Ez bawerim ev îlan wê li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê bidome. Ji ber ku gelê Kurd dixwaze bi rêveberiya xwe, bi hêza xwe bijî û xwe bi rê ve bibe."
CIWANÊN ME YÊN BAŞÛRÎ HELWESTEKE NETEWEYÎ NÎŞAN DAN
Fermandar Serhat bal kişand ser daxuyaniyên ciwanên ji Başûrê Kurdistanê yên ji bo cihgirtina li nava berxwedana Bakurê Kurdistanê û got, "Ev helwest, helwesteke di cih de û neteweyî ye. Ez bawerim wê destekên mîna vê li her derê rû bidin. Bendewariya me ji ciwanên Kurdistanê li ser vê bingehê ye. Çawa ku di berxwedana Kobanê de gelê me bû yek dil, îro jî divê ji bo Bakurê Kurdistanê em bi yek dilî tevbigerin. Girîng e li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat gelê me, ciwanên me li her devera lê ne, cihê xwe di nava vê berxwedana bi heybet de bigirin. Ez bang li hemûyan dikim ku cihê xwe di nava refên YPS û YPS Jin de bigirin."