Nasnameyên 2 şervanên YPG'ê hatin eşkerekirin
Nasnameyên 2 şervanên YPG'ê yên li Hesekê û Efrînê jiyana xwe ji dest dan, hatin eşkerekirin.
Nasnameyên 2 şervanên YPG'ê yên li Hesekê û Efrînê jiyana xwe ji dest dan, hatin eşkerekirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameyên 2 şervanên li Hesekê û Efrînê di berxwedana li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê re hat xwestin û soz hat dayîn, ku têkoşîna şehîdan wê bi ser were xistin.
Nasnameyên şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Bawer Bozova
Nav paşnav: Hasarî Yener
Navên dayik û bav: Islim - Muslim
Cihê ji dayikbûye: Riha
Dem û cihê şehadetê. 02.02.2016 / Gundê Mêlebiyê-Hesekê
Nasnav: Doxan Botan
Nav paşnav: Beşîr Rîhanî
Navên dê û bav: Mewlîde-Mihemed
Cihê ji dayikbûye: Heleb
Dem û cihê şehadetê: 06.02.2016 / Gundê Mezin-Efrîn