Li Sûrê 8 leşker hatin kuştin
Danê vê sibehê li Sûrê teqînên dijwar qewimîn. Li gorî agahiyên ji navçeyê hatin wergirtin, ji duh û vir ve herî kêm 8 leşkerên Tirk hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne.
Danê vê sibehê li Sûrê teqînên dijwar qewimîn. Li gorî agahiyên ji navçeyê hatin wergirtin, ji duh û vir ve herî kêm 8 leşkerên Tirk hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne.
Berxwedana Sûrê ya li dijî wehşeta dewleta Tirk di roja 67. de dewam dike. Hêzên dewletê yên duh bi çekên giran êrîşî navçeyê kirin, ji danê vê sibehê û vir ve topan li 6 taxan dibarînin.
Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di cih de bersiv dan êrîşan û li ser vê yekê li derdora Mizgefta Kûrşûnlû, Bazaran Yogûrt û taxa Hasirli şerekî dijwar qewimî. Ji duh û vir ve di vî şerî de herî kêm 8 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin, gelek ambûlans ji Sûrê derketine û çûne Nexweşxaneya Leşkerî.