KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
CKM: Dibe sibehê pir dereng be
Navenda Çanda Cûdî (CKM) ya li Şirnexê bal kişand ser rewşa hunermendên MKM’ê û sivîlên 5 roj in li Cizîrê agahî jê nayên girtin, wiha gotin: “Eger hûn qêrînên dayikên li Cizîrê nabihîzin, dibe sibehê pir dereng be.” -
Demîrtaş: Li dijî şerê kirêt divê her kes rabe ser piyan, dengê xwe bilind bike
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş bang li her kesî kir, ku li dijî şerê kirêt her kes rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike. Demîrtaş ji AKP'ê re jî got, "Hûn gav bi gav ber bi navenda çiravê ve dimeşin. Hûn tê de çikiyan e û nikarin jê derkevin." -
Kedkar jî di nobeda berxwedanê de ne
Kedkarên ji Wanê hatin jî tevlî nobeda berxwedanê ya bi armanca şkandina dorpêça li ser Cizîrê li Nisêbînê dewam dike bûn. -
Cenazeyê Karakoç ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin hat wergirtin
Cenazeyê Rohat Karakoç ê 22’ê Kanûnê li Nisêbînê hat qetilkirin û li Goristana Gel a Mêrdînê hat definkirin ji aliyê malbatê hat wergirtin û ji bo defnkirinê şandin Amedê. -
Kedkarên tenduristiyê careke ketin ser rêya Cizîrê
Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz ên ji TTB û SES'ê, ku bi rojane ji bo xwe bigihînin birîndarên li Cizîrê di nava hewldanan de ne, nobeda xwe radestî ekîba tenduristiyê ya Stenbol û Rihayê kirin. Kedkaran careke din berê xwe dan Cizîrê. -
Girtiyên PAJK'î: Sekna Viyanan, vîna vejînê ye
Di daxuyaniyê de bi taybetî bal hat kişandin ser berxwedana li qadên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê û hat ragihandin, ku hikûmeta AKP'ê bi hêzên şerê taybet re li dijî beyana vîna gel şer îlan kiriye. -
Malbat: Ji vê dewletê tê her tiştî bike
Malbatên ji bo rakirina cenazeyên zarokên xwe yên li Sûrê hatin qetilkirin ev 11 roj in nobedê digirin gotin, "Di şer de jî şerefek heye, li ti welatî di vê astê de wehşetek rû nedaye. Lê her tişt ji dewleta Tirk tê." -
Kedkarên tenduristiyê xwe gihandin kolana birîndar lê ne, lê topbaranê destpê kir
Kedkarên tenduristiyê yên bi dilxwazî ji bo wergirtina birîndarên ev 5 roj in agahî ji wan nayê girtin ketin ser rê, xwe gihandin Kolana Bostani, lê bi nêzîkbûna kedkarên tenduristiyê re topbaranê destpê kir. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîlê barandin
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev zêdeyî 4 saetan bombe li gundên Qendîlê barandin. Di bomberdûmanê de tiştek bi kesî nehat, lê belê gelek xanî xera bûn û heywan telef bûn. -
Li Sûrê şer giran e
Li Sûrê, ku ev 65 roj in dorpêçî û êrîş lê dewam dikin, dengê teqînan û çekan tê. -
Balafirên şer ên Tirk Çiyayê Spî bombe dikin
Balafirên şer ên Tirk derdora Çiyayê Girê Spî ji saet 10:00 û pê ve bombe dikin. -
Doza kuştina Kadrî Bagdû jî gav bi gav tevlî dosyayên 'kiryarên nediyar' tê kirin
Parêzerê malbatê Tûgay Bek got, "Cînayeta xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû ji ber ku weke bûyereke edlî tê lêpirsîn, pêkane weke kuştinek kiryar nediyar bimîne." -
Cenazeyê ciwanê hatiye qetilkirin ev 9 roj in nikare bê rakirin
Cenazeyê ciwanê bi navê Selîm Tûray ê li Cizîrê di 26'ê Çileyê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, bi bahaneya 'şer heye' tevî ku agahî ji emniyetê re hatiye dayîn jî ev 9 roj in nayê rakirin. -
YPG'ê herêmên stratejîk ên li ser rêya Helebê azad kir
Gundê Xirêbkê yê Efrînê û Aşê El-Feysel ê li ser rêya navnetewî ji çeteyên El-Nusra û El-Şam hatin rizgarkirin. -
Zagros: Di biharê de wê plana mastir a Kurdan bikeve rojevê
"Li pêşiya me bihar heye. Ew dibêjin plana me mastir heye. Ya wan hebe, îro mastir plana me jî heye. Em ê bala xwe bidinê wê plana mastira kê bi ser bikeve. Em ê di sala 2016'an de bikin ku Erdogan û AKP ji vê plana mastira xwe poşman bibin." -
Ev 5 roj in agahî ji birîndaran nîne
Birîndarên 13 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane, ev 5 roj in agahî ji wan nayê girtin. -
Alîkarê Hevşaredarên Erdîşê hat binçavkirin
Alîkarê Hevşaredarên Erdîşê M. Nûrî Çîçek, di serdegirtinê de ji mala xwe hat binçavkirin. -
YPG'ê gundê Zaretê yê Efrînê azad kir
Gundê Zaretê yê ser bi Efrînê, bi operasyoneke serketî ya şervanên YPG/YPJ'ê re hat azadkirin. -
'Ol di nava lepên dagirkeran de ye'
Ji rûspiyên Silopiyayê Mele Salih Aydemîr diyar kir, ku Îslam ketiye nava lepên hêzên dagirker. -
Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bîranîn
Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK), li gundê Bergirkê yê Binarê Qendîlê gerîlaya YJA-Starê Viyan Soran, bi semînerêkê bibîr anî. -
Li Dusseldorf û Hambûrgê çalakiyên 'edalet û ronahiyê'
Ji bo kiryarên komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê bên aşkerekirin, li bajarên Elmanya Dusseldorf û Hambûrgê çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin. -
Ciwanên ji Rizgarî: Em ê jî cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin
Piştî ciwanên ji Kerkûk, Kîfrî, Kelar, Daquq û Xurmatû yên Başûrê Kurdistanê, ciwanên ji bajarokê Rizgarî yê Kelarê jî dan xuyakirin, ku ew ê cihê xwe di nava berxwedana li Bakurê Kurdistanê de bigirin. -
'Bi xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê re serketin wê bi dest bikeve'
Ji Fermandarên YPG'ê Qamişlo, berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê silav kir û got, "Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê, wê berxwedana lehengiyê ya dema berxwedana Kobanê bidomîne." -
Artêşa Sûriye gihişt bajarokên Nûbîl û Zehra
Artêşa rejîma BAAS’ê li Sûriyeyê xwe gîhand bajarokên Nûbîl û Zehra yên li bakurê Helebê ji demek dirêj ve di dest muxalifan de bû. -
Cenevre-3 hat taloqkirin
Hevdîtinên Cenevre-3 heta 25’ê Sibatê hat taloqkirin. Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY Mîstûra da xuyakirin ku hevdîtinên Cenevre hatine taloqkirin.