KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş: Erdogan xweziya xwe bi Hîtler Davutoglu jî bi Franco tîne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo Serokwezîr jî ku ji bo Sûrê mînaka Toledo dabû jî got, “Serokwezîr xwe dişibîne Franco. Erdogan jî xwe dişibîne Hîtler”. -
YE divê li hember pêkanînên li bajarên Kurdan hê zêdetir bêdeng nemîne!
Hevseroka Koma Keskan a YE Rebeka Harms diyar kir ku divê Yekîtiya Ewropa li hember êrîşên dewleta Tirk a li hember bajarên Kurdan bêdeng nemîne. -
Hevdîtinên Cenevre-3 dewam dike
Hevdîtinên Cenevre-3 bi hevdîtina di navbera Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriye Sefîr Beşar El Caferî û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY Staffan de Mîstûra de de dewam dike. -
Êşkenceyên li Silopiya bûn rapor
Şaxa Şirnexê ya ÎHD’ê êşkence û binpêkirina mafan ên kesên ku di êrîşên li Silopiyayê piştî hatin binçavkirin hatin girtin kir rapor. Di raporê de 41 kesan diyar kirin rastî êşkence, tedît, tacîzên cinsî hatine. -
Ji YPS'ê daxuyaniya li ser Cizîrê
YPS'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku pêkane dewletê birîndarên li Cizîrê înfaz kiribe. -
Li Sûrê 15 leşker û polîs hatin kuştin
Li navçeya Amed Sûrê, di şerê ji duh ve diqewime de 15 polîs û leşker hatin kuştin. -
Careke din nehiştin kedkarên tenduristiyê xwe bigihînin Cizîrê
Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz ên ji TTB û SES'ê, ji bo xwe bigihînin birîndarên ev 11 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane û 3 roj in agahî ji wan nîne, careke din hewl dan biçin Cizîrê, lê hatin astengkirin. -
Li Girê Mîra dewlet yek bi yek êrîşî malan dike
Li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê, ku hêzên dewleta Tirk êrîşî meşvanên Botanê dikin, zêdeyî 150 kes hatin binçavkirin. -
Encamên 7. civîna komîteya dîplomasiya hevbeş a partî û rêxistinên Kurdistanî
Komîteya Diplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Kurdistanî bi daxuyaniyekê encamên civîna xwe ya 7. ku di 30'ê Çileya 2016'an de li navenda KNK'ê ya li paytexta Belçîk Brukselê lidar xist, aşkere kir. -
Gelê hewl dide biçe Cizîrê li Kasrîkê konê berxwedanê veda-HAT NÛKIRIN
Ji bo şikandina dorpêçî û êrîşên li ser Cizîrê, bi sedan kes ji navenda Şirnexê, bajarokên Gundikê Melê û Dêrgulê ketin ser rê û berê xwe dan Cizîrê. Lê belê li Kasrîkê pêşî li gel hat girtin. -
Cenazeyê Daşkan ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin hat wergirtin
Cenazeyê Mûrat Daşkan (19) ê duh êvarê li Edeneyê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. -
Ji Fermandarên YPJ-Şengal Bêrîvan Arîn jiyana xwe ji dest da
Ji Fermandarên YPJ-Şengal Dalya Cîrdo Nemir (Bêrîvan Arîn) ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da. -
Çete neçar man xwe vekişînin
Çeteyên DAIŞ'ê yên hewl dan êrîşî Bendava Tişrînê û Eyn Îsa bikin, li ser bersiva şervanên YPG/YPJ'ê neçar man xwe vekişînin. -
Li Girê Mîra 25 kes hatin binçavkirin
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, piştî ku êrîşî Meşvanên Botanê yên li Girê Mîra kirin, xebatkarên çapemeniyê jî di nav de 25 kes kirin binçavan. -
'Di nava Kurdan de Mandela heye, lê li Tirkiyeyê Klerk nîne'
Pisporê hiqûqê û serokê berê yê komîsyona desteya hilbijartinê ya navneteweyî ya Iraqê Abdurrahman Xelîfan diyar kir, tecrîda li ser Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan encama heman polîtîkayên qirkirinê ye. -
Terora dewleta Tirk li 13 bajarên Rojhilat tê şermezarkirin
Kurdistaniyên Rojhilatî wê di 4'ê Sibatê de li Kirmanşah, Îlam, Îslamabad Rojava, Kamîran, Ciwanro, Sine, Merîwan, Saqiz, Bûkan, Bane, Mahabad û Serdeştê ji bo destekkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê dakevin qadan. -
Hêzên dewleta Tirk êrîşî girseya gel a li Girê Mîra kirin
Di dema êrîşê de gelek kes ji ber kapsula bombeya gazê birîndar bûn. -
Gelê Şengalê berxwedana Bakur silav kir
Di çarçoveya çalakiyên xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê de, li çiyayê Şengalê meşek hat lidarxistin. -
Li çeperên berxwedana Kerkûkê Viyan Caf...
"Gava Sibat tê gotin, herdem êş û jan tê bîra her mirovek Kurd. Janê dikişîne her Kurdek di Sibatê de. Jana ku di cîhana hest û ramanê me de komî ser hev bûye û her li benda kêliya herikînê ye..." -
3 roj in agahî ji birîndaran nayê girtin
Birîndarên ji ber êrîşên hêzên dewlet Tirk li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê mane, ev 3 roj in agahî ji wan nayê girtin. -
Ciwanên ji Xurmatû: Dem li dijî dagirkeriya Tirk dema tevgerê ye
Ciwanên ji Xurmatû bi daxuyaniyekê destek dan YPS a li dijî êrîşên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê têdikoşe. -
Bayrak: Dewlet li Plana Şark Islahatê aliqî ye
"Ji bo hînbûna meseleya Kurd, divê mirov bi Plana Şark Islahat zanibin. Eger em bi vê zanibin; hingî em ê çareseriyê peyda bikin. Çareserî jî ev e: Plana Şark Islahat çi be, divê nêzîkatiyek berevajî vê planê bê nîşandan." -
Dor li Girê Mîra hat girtin
Beriya meşa ji taxa Girê Mîra ya navçeya Nisêbînê ber bi Cizîrê ve, hêzên dewleta Tirk dor li taxê girtin. -
Ji Esad reviya, ket nava lepên Erdogan
Malbata Mihemed, ku dema li Şamê bû di dema şerê navxweyî yê ji ber pêkanînên antî demokratîk ên rejîma Esad mala xwe terikand û koçî Cizîrê kir, vê carê jî ji aliyê rejîma Erdogan ve hat sirgûnkirin. -
Gelê Silopiya piştgiriya hev dike û birînên xwe dipêçe
Li Silopiyayê ku ji ber êrîşan di asta giran û navîn de xisar li 350 xaniyan bû, şêniyên bajêr ên cih û warên xwe neterikandin niha alî hev dike û malên xwe ji nû ve ava dikin.