KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Sariyildiz: Divê Xaça Sor bikeve dewrê
Sariyildiz bang li Xaça Sor û Federasyona Hêva Sor kir, wiha got: “Em daxwaz dikin ku Xaça Sor ji bo birîndarên li bodrûma têkoşîna jiyanê didin demildest bigihêjin xizmetên tenduristiyê bikeve dewrê.” -
YPG: Li dijî Rojava îhlal û êrîşên artêşa Tirk didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li dijî sînorê Rojava îhlal û êrîşên dewleta Tirk didomin. -
Êrîş danê êvarî li Sûrê dijwar bûn
Li navçeya Sûr a Amedê ev 60 roj in berxwedan didome, danê êvarî di encama êrîşan de dûman bilind dibin. -
Bawermendên olî yên meşvanên Botanê jî beşdarî berxwedana nobedê bûn
Endamên bawermendên olî yên Kongereya Îslam a Demokratîk ên cihê xwe di meşa Botanê de girtin, di berxwedana nobedê ya li Girê Mîra berdewam dike de dest bi rojiya berxwedanê kirin. -
Bi birîndarên li Cizîrê re têkilî bi temamî qut bû
Li Cizîrê li gel hemû hewldanan wergirtina birîndaran, piştî êrîşên hêzên dewletê bi birîndaran re têkilî bi temamî qut bû. Heyeta HDP'ê ya li Wezareta Karên Hundir di nav hewldanan de bû diyar kir ku fikarên wan ti car ewqas zêde nebibû. -
Ji xizmên windayan bang: Biherikin Cizîrê
Xizmên windahiyan ên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin, vê hefteyê jî ji bo hesabxwestinê li kolanan bûn. -
Dayika Berkîn: Her zarokekî li Botanê tê qetilkirin ji bo min Berkîn e
Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan bal kişand ser hovîtiya li birîndarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane tê kirin û got, "Dil dixwest niha birînên wan birîndaran bipêça." -
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Rojhilatî: Em li cem berxwedana Bakur in
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Rewanser ya Rohilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand, berxwedanên xwerêveberiya Bakur silav kir, qetlîamên dewleta Tirk şermezar kir. Wiha hat gotin: “Em tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin.” -
Sine salvegera rizgariya Kobanê silav kir
Kurdistaniyên li bajarê Sine û derdora wê dijîn, yekemîn salvegera rizgariya Kobanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi xwepêşandaneke korsanî pîroz kirin. -
Balafirên şer bombe li gundê Mergereşê barandin
Balafirên şer ên Tirk duh êvarê bombe li qada Şêx Zade ya Xakurkê û li gundê Mergereşê barandin. -
Nasnameya gerîlaya YJA Starê hat aşkerakirin
Fermandariya Şengalê ya YJA Starê nasnameya gerîlayek jiyana xwe ji dest daye da xuyakirin. -
Em ê serî li ber zilma AKP'ê netewînin
Bi hezaran kesên li Amedê li hev civiyan, li dijî dorpêçiya li ser Sûrê çalakî pêk anîn. Qisekeran gotin, "Em ê serî li ber zilma AKP'ê netewînin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku li dijî zilmê derkevin." -
YPG: 4 çete hatin kuştin
Di şerê li Şêx Meqsûd û Eyn Îsayê de 4 çete hatin kuştin. -
Birîndar ji ber dîwarê hilweşiyayî û êrîşan nikarin ji jêrzemînê derkevin
Birîndarên ku bi agahdariya rayedaran ji bo xwe bigihînin ambûlansê ji avahiya lê bûn derketin, lê rastî êrîşê hatin, ji ber ku dîwar li ser wan hilweşiya ye nema dikarin derkevin. -
Ji bo şikandina dorpêçiyê bi hezaran kes li hev civiyan
Ji bo xwedîderketina li berxwedana Sûrê û şikandina dorpêçiya ev du meh in dewam dike, bi hezaran kes wê ber bi Sûrê ve bimeşin. -
Nobeda berxwedanê bi tevlîbûnên nû dewam dike
Nobeda berxwedanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê bi tevlîbûnên nû dewam dike. -
Ji konferansa li Kerkûkê biryara 'xwerêveberiyê'
Tevgera Azadî danezana encamê ya konferansa xwe ya li Kerkûkê aşkere kir. -
Ji birîndaran Sûltan Irmak jî jiyana xwe ji dest da
Ji birîndarên bi agahdariya rayedaran hewl didan ji avahiya lê asê mane derkevin, lê careke din rastî êrîşa hêzên dewletê hatin, Sûltan Irmak jiyana xwe ji dest da. -
Hêzên dewleta Tirk dîsa êrîş kirin, têkilî bi birîndaran re qut bû
Li Cizîrê, birîndarên ku bi agahdariya rayedaran ji avahiyê derdiketin, di kêliya derketinê de careke din rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. Piştî vê êrîşê têkiliya bi birîndaran re qut bû. -
'Piştgirî têrê nake, divê mirov bibin parçeyek ji berxwedanê'
Jinên ji Stenbolê tevlî çalakiya nobeda berxwedanê ya Meşvanên Botanê bûne diyar kirin, ku piştgiriya ji bo berxwedanê têrê nake, divê mirov bibin parçeyek ji vê berxwedanê. -
Ciwanên Daquqî: Em amade ne li Bakur şer bikin
Pêşmergeyên ciwan ên Daquqî yên bi dilxwazî li eniya şer Başûrê Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ'ê diparêzin dan xuyakirin, ku ew amade ne li hemberî terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê şer bikin. -
Li Cizîrê kesekî jiyana xwe ji dest da
Li taxa Konak a Cizîrê, ji ber teqîneke sedema wê nediyar, kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Ambûlansê xwe nêz kir, topbaranê destpê kir
16 birîndarên li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê mane ev 8 roj in li benda ambûlansê ne. 9 kesên li cem wan, hewl dan birîndaran bibin Dortyolê cihê ambûlansa Şaredariyê bê, lê belê dema ambûlans gihaşt herêmê, topbaranê destpê kir. -
Fermandarê YBŞ'ê Şengal: Me soz dane em ê di sala 2016'an de êsîrên xwe rizgar bikin
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal diyar kir, ew dixwazin di sala 2016'an de derdora Şengalê bi temamî ji çeteyan paqij bikin û êsîrên di destê çeteyan de rizgar bikin. -
CÎK'ê ji bo çalakiya li Berlînê banga tevlîbûnê kir
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), ji bo çalakiya îro ya li Berlînê banga tevlîbûnê kir.