Li Cizîrê kesekî jiyana xwe ji dest da

Li taxa Konak a Cizîrê, ji ber teqîneke sedema wê nediyar, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Şirnex Cizîrê ku ev 48 roj in ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin û tê bombekirin, duh bi şev li nêzî Ûca Petrolê ya li Taxa Konakê, ji ber teqîneke sedam wê nediyar, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Piştî teqînê perçeyê cenazeyekî li derdorê hat dîtin. Li ser vê yekê ambûlans sewqî cihê bûyerê hat kirin.