Ji xizmên windayan bang: Biherikin Cizîrê
Xizmên windahiyan ên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin, vê hefteyê jî ji bo hesabxwestinê li kolanan bûn.
Xizmên windahiyan ên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin, vê hefteyê jî ji bo hesabxwestinê li kolanan bûn.
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên li Amed, Êlih û Colemêrgê kom bûn di çalakiyên vê hefteyê de balê kişandin ser rewşa birîndarên li Cizîrê. Xizmên windayan bang li herkesî kir ku ji bo dawî li dorpêça mirinê bînin, biherikin Cizîrê.
GEVER
Xizmên windayan û ÎHD ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin li Kolana Hunerê cara 93'emîn hatin cem hev. Malbatan di çalakiyê de wêneyên kesên ji hêla JÎTEM’ê û leşkeran ve hatî qetilkirin û windakirin hilgirtin. Nûnerên ÎHD, rêxistinên DBP, HDP’ê, Dayîkên Aşitiyê, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan û gelek welatî di çalakiyê de amade bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Nazîr Tekçî yê ku di sala 1995’an de ji aliyê leşkeran ve hatî windakirin hate pirsîn. Li ser navê malbatê bavê Nezîr Tekçî Halît Tekçî çîroka kurê xwe vegot.
Piştî çîroka Tekçî, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan axivî û hemû cangoriyên Botanê bibîr anîn. Zeydan bi bîr xist ku AKP’e li Kurdistanê kumkujiyan dike û zilmê li ser gelê Kurd dimeşîne. Zeydan da zanîn ku 8 roj in 19 birîndar û 6 cenaze li Cizîrê di bodruma malekê de asê mane û AKP’e bi hemû hêza xwe ya faşîst êrîşî wan birîndaran dike.
Pişt re 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
AMED
Xizmên windayan û endamên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 364'emîn de li Parka Koşûyolûyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Dayikên Aştiyê û aktîvîstên mafên mirovan jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Huseyin Yeşîlmen ê ku di sala 1993'an de li Cizîrê hate revandin, hate pirsîn.
Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser êrîşên tevkujiyê yên li Cizîrê. Bîlîcî her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkan banga diyalog û muzakereyê li aliyan kir.
Piştî axaftina Bîlîcî çîroka Huseyîn Yeşîlmen ê ku 23 sal berê hat revandin, hate vegotin.
ÊLIH
Li Êlihê jî xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li ser Kolana Gulîstanê kom bûn û pirsa aqûbeta xizmên xwe yên winda kirin.
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagadir di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku tevî 2 meh di ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî derbas bûye jî fail nehatine zelalkirin.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Talîa Kayi jî bal kişand ser birîndarên ku bi rojan e li Cizîrê di qata bodrumê ya malekê de li benda rakirina nexweşxanê ne û bang li her kesî kir ku berê xwe bidin Cizîrê.
Rêveberê ÎHD'ê Parêzer Devran Yildiz li ser navê malbatan daxuyaniya çapemeniyê da û got ew ê li hemberî polîtîkayên tevkujiyê têkoşînê bidin.