KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Torînoyê tfaqa Ewropa-Tirkiye hat protestokirin
Li Torînoyê Kurd û dostên wan ên Îtalî ji bo piştgiriya berxwedana xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê daketin qadan. -
Demîrtaş û Yuksekdag banga ‘bi hev re berxwedanê’ kirin
Demîrtaş ji bo rewşa Tirkiyeyê got, ‘ li qerexa kendal e’, banga “Divê em bi hev re hêviyên azadiyê mezin bikin” kir. Yuksekdag jî diyar kir ku gel wê hêza xwe ya yekbûyî nîşan bidin, xweparastin û xwerêveberiyê bidomînin. -
Li hember êrîşa polîsan a li Gaziyê gel di xweparastinê de ye
Koma bi armanca protestokirina qirkirinên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li Taxa Gazî meş li dar xist rastî êrîşa polîsan hat. Ciwan li ser êrîşê ketin xweparastinê, barîqat danîn dest bi berxwedanê kirin. -
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî
Tevgera hewayî ya artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber didomin. -
Ji bo fermandar Elî Xebat merasîma leşkerî hat lidarxistin
Fermandarê gerîla Elî Xebat ê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke leşkerî hat veşartin. -
NPG: Em fermandarê nîşaneya fedekariyê hevrê Elî Xebat bi rêzdarî bibîr tînin
NPG diyar kir, ku fermandarê gerîla Elî Xebat ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye û got, "Fermandar hevrêyê me Elî Xebat, li her cihên Kurdistanê yê ked lê daye, şopên fedekarî û kedê lê neqişandiye." -
Kedkarên Tenduristiyê wê ji ser Nisêbînê hewl bidin xwe bigihînin Cizîrê
14 kedkarên tenduristiyê yên dildar ku endamên TTB û SES’ê ne û hewl didin bikevin Cizîrê, di ketina Hezexê de hatin astengkirin. Kedkar bi israr in ku bikevin Cizîrê, wê ji ser Nisêbînê hewl bidin bikevin navçeyê. -
Dayikên Cizîrî: Me bikujin jî em ê birîndarê xwe werbigirin
Dayikên Cizîrî yên bi alên spî ber bi avahiya birîndar lê asê mane meşiyan gotin, "Me bikujin jî em ê biçin û birîndarên xwe rakin nexweşaxneyê." -
3 çete hatin kuştin
Di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam de 3 çete hatin kuştin. -
22 saet in agahî ji birîndaran nîne, dayik hînê di binê çavan de ne
Jinên ji bo wergirtina birîndar û cenazeyên ev 9 roj in li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê mane ketin ser rê lê ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin, hînê li emniyetê tên ragirtin. Ji birîndaran jî ev 22 saet in agahî nîne. -
Jinên ji bo wergirtina birîndaran meşiyan hatin binçavkirin
11 jinên ji bo wergirtina birîndar û cenazeyên 9 roj in li jêrzemîna avahiyeke Cizîrê asê mane ketin ser rê û bi alên spî ber bi taxa Cûdî ve meşiyan, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin. -
11 jin bi alên spî ji bo wergirtina birîndaran dimeşin
Ji bo wergirtina birîndaran û cenazeyên ev 9 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane û hêzên dewleta Tirk nahêlin bên derxistin, 11 dayikên ji Cizîrê bi alên spî ber bi taxa Cûdî ve dimeşin. -
Nisêbînî: Em ê serî li ber neviyên Cengîzhan netewînin!
Nisêbîniyên tevî qedexeya derketina derve û dorpêçiyê jî tax û kolanên xwe neterikandin, bersiv dan biryar 'şer wê bidome' ya hikûmeta AKP'ê. Gelê Nisêbînê got, "Ev der Botan e, bi darbeya leşkerî re hûn nikarin me ji doza me ya mafdar vegerînin." -
20 saet in agahî ji birîndaran nayê girtin
Li Cizîrê, birîndarên ku dema duh ji avahiyê derdiketin rastî êrîşa hêzên dewletê hatin, ev 20 saet in agahî ji wan nayê girtin. 14 personelên tenduristiyê yên dildar ên ji TTB û SES'ê yên dixwazin biçin Cizîrê, li pêşiya Hezexê hatin sekinandin. -
Gerîla: Ji bo siberojeke baş em tevlî nava refên berxwedanê bibin
Gerîlayên YJA Star û HPG'ê, berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê silav kirin û di serî de ciwan bang li tevahiya civakê kirin, ku tevlî refên berxwedanê bibin. -
'Li xaka yên tên qetilkirin ez ê kurê xwe yê hatiye windakirin bibînim'
Ji malbatên Pirsûsê Kerîme Ozkan got, "Birayê min li pêş çavên hemû cîhanê ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest da. Banga min li ciwanên sosaylîst e; werin em li dijî zalim bi hev re li ber xwe bidin." -
Êzidî li dijî hovîtiya AKP'ê bi 30 km'yan meşiyan
Li dijî terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, Kurdên Êzidî yên li Elmanyayê dijîn bi pêşengiya FKÊ meşeke dirêj a 30 km lidar xistin. -
'Em ê têkoşîna Sêvê li Silopiyayê bidin jiyîn'
Ji sê jinên şoreşger ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr ji aliyê hevalê xwe yê têkoşînê Hevserokê DBP'ê yê Silopiyayê Mahmût Yildizgorer ve hat vegotin. -
Dewleta Tirk wê girtiyê ji Kobanê teslîmî DAIŞ'ê bike!
Girtiyê ji Kobanê Abdulezîz Îbrahîm ê li Girtîgeha Menemen a Îzmîrê tê ragirtin, wê di hefteya pêş de bê dersînokirin. Hevserokê TAYD-DER'ê Karbadag diyar kir, ku bi bihaneya dersînorkirinê re wê Îbrahîm teslîmî DAIŞ'ê were kirin. -
Ciwanên ji Kîfrî: Em ê li hemberî komkujiyên dewleta Tirk bêdeng nemînin
Li navçeya Kîfrî ya herêma Germiyanê, komek ji ciwanên bi navê "Ciwanên xwe fedayî azadiya gel kirine" daxuyaniyek dan û diyar kirin, ew ê li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk tîne serê gelê Kurd bêdeng nemînin. -
'Min xwe di nava PKK'ê de nas kir'
Gerîla Koçerîn Koçer di sala 2015’an de beşdarî nava refên PKK'ê dibe. Wek ku ji navê wê jî tê fêmkirin Koçerîn bi xwe koçer e. Koçerîn tevlîbûna xwe ya di nava gerîla de bi van gotinan vedibêje; "Min xwe di nava PKK'ê de nas kir." -
Li Girêmîra stranên berxwedanê silavan li berxwedana Cizîrê dikin
Nobeda berxwedanê ya li Girêmîra bi stranên berxwedanê yên Koma Pel li derdora agir dibêje ve berxwedana xwerêveberiyê silav dike. -
Bi birîndaran re hê jî têkîlî qut in, kedkarên tenduristiyê yên dildar amade ne ku bikevin Cizîrê
Li Cizîrê ev 4 saet in ku ji birîndarên li “bodrûma wehşetê” agahî nayên girtin, 14 Kedkarên tendûrîstiyê yên dildar ên endamên TTB û SES’ê ji bo biçin Cizîrê li Mêrdînê amade ne. -
Li Şirnexê aktivîteyên berxwedanê hat lidarxistin
Bi sedan kes li Taxa Gazîpaşa kom bûn, bi armanca silavkirina berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr û Cizîrê aktivîteya berxwedanê li dar xistin. -
Li Şirnexê cerdevanek hat kuştin
Li Şirnexê danê êvarî cerdevanekî gund ê bi navê Mûrat Sevîm hat kuştin.