Dayikên Cizîrî: Me bikujin jî em ê birîndarê xwe werbigirin
Dayikên Cizîrî yên bi alên spî ber bi avahiya birîndar lê asê mane meşiyan gotin, "Me bikujin jî em ê biçin û birîndarên xwe rakin nexweşaxneyê."
Dayikên Cizîrî yên bi alên spî ber bi avahiya birîndar lê asê mane meşiyan gotin, "Me bikujin jî em ê biçin û birîndarên xwe rakin nexweşaxneyê."
Dayikên birîndaran jî di nav de 11 jinên ji bo wergirtina 15 birîndarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane û rastî êrîşa hêzên dewletê tên ketin ser rê, li kolana Nisêbînê ji aliyê maşînên zirxî û polîsên tevgera taybet ve hatin astengkirin. Hêzên çekdar ên dewleta Tirk jinên bi ala spî xwestin birîndaran werbigirin kirin binçavan û birin Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê.
Dayikên bi alên spî bi rê ketin, berî bimeşin ji ajansa me re axivîn. Dayika ji birîndaran Kasim Yana Gulê Yana diyar kir, dilê wê dişewite û êdî sebra wê nemaye; divê zarokên xwe ji wê jêrzemîna wehşetê derxînin. Yana got, "Kî diçe guleyan lê dibarînin. Ambûlans diçe guleyan lê dibarînin. Em ê biçin, dixwazin bikujin bila bikujin."
Gazal Aydogan jî da xuyakirin, ku êdî agahî ji birîndaran nayê.
Hevjîna Mahmût Dûymak ê li cem birîndaran e Lutfiye Dûymak jî da zanîn, ku hevjînê wê ji bo wergirtina erzaqê ji mlaê derketiye, lê ji ber êrîşê li taxê asê maye. Dûymak diyar kir, berdêla xwe çi dibe bila bibe ew ê birîndaran derxînin û got, "Em ê biçin cenaze û birîndarên xwe rakin. Bila me jî bikujin, em ji wan neçêtir in."
Ayşe Guven jî bang li dayikên Cizîrî kir û got, "Em xwedî li zarokên xwe derkevin. Zarokên me birîndar in. Ambûlansê dişînin lê bi derewan e. Ev zarokên vî gelî ne. Ambûlans diçe, wekîl diçe, guleyan li wan direşînin. Li pêş çavên cîhanê guleyan direşînin û dûre jî derewan dikin. Ji bo xapandina raya giştî dişînin dûre jî guleyan lê direşînin. Ev dewleteke faşîst e. Li ti welatî birîndar li erdê nayên hiştin. Zarokên min di nav de nîne, lê belê ez nikarim li vê rewşê xwe rabigirim."