3 çete hatin kuştin
Di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam de 3 çete hatin kuştin.
Di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam de 3 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê roja 30'ê Çileyê topên hawanê avêtin taxa Şêx Meqsûd a Helebê û got, "Li hemberî vê êrîşa ji ser rêya Cendolê hat kirin, hêzên me di cih de bersiv dan. Di şerê li herêmê qewimî de hêzên me derb li 3 wesayîtên çeteyan ên doçka li ser xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tespîtkirin."
Di dewama daxuyaniya YPG'ê de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 30'ê Çileyê saet di 09:00 de çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî abşûrrojhilatê bendava Tişrînê bikin. Komek ji çeteyan hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî re xwe berdin nava qadên hêzên me lê ne. Hêzên me ev koma çete şopand û saet di 09:45'an de dest bi operasyonê kirin. Di encama operasyonê de wesayîta bombebarkirî bi temamî hat rûxandin. Di encama operasyonê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Roja 30'ê Çileyê saet di 04:00 de, hêzên me êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundê Abdulrezaq ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa bi temamî şikandin û dûre li herêmê dest bi karê lêgerîn-paqijkirinê kirin. Di encama vî karî de kalaşnîkovek, çekek BKC, 2 mayîn, cîhazek ragihandinê ya bêtêl û hin alavên leşkerî yên çeteyan ketin destê hêzên me."