15 birîndarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane û rastî êrîşa hêzên dewletê tên, tevî agahdariya rayedarên dewletê duh hewl dan bi derfetên xwe derkevin û xwe bigihînin ambûlansan, lê belê hêzên çekdar ên dewleta Tirk bi tank û çekên giran êrîşî wan kirin. Li ser vê yekê dayikên Cizîrê ji bo wergirtina birîndaran û rakirina cenazeyan ketin nava tevgerê.
Piştî ku têkiliya bi birîndaran re ev 20 saet in nayê danîn, dayikên birîndaran jî di nav de 11 jin li avahiya Şaredariya Cizîrê li hev civiyan. Jinan li vê derê ala spî bilind kirin û ber bi taxa Cûdî cihê birîndar lê asê mane, meşiyan.
Jinan piştî demekê xwe gihandina kolana Nisêbînê, lê belê dora wan bi maşînên zirxî û polîsên tevgera taybet ve hat pêçandin.
Jin li vir hatin binçavkirin. Polîsên tevgera taybet jinan dibin Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê.