KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hêzên dewleta Tirk dîsa ambûlans asteng kirin
Ambûlansa hewl dide xwe nêzî mala li Taxa Cûdî ya Cizîrê ku ev 6 roj in di bin êrîşê de birîndar li bendê ne, cara 4’emîn ji aliyê hêzên dewleta Tirk hat astengkirin. -
Gel bi biryar in ku bimeşin Cizîrê
Meşvanên Botanê yên li dijî dorpêça terora dewleta Tirk a li ser Cizîrê ji Girê Mîra xwestin bimeşin Cizîrê û du caran rastî êrîşa hêzên dewleta Tirk jî hatin, bi berxwedana xwe êrîş vale derxistin. -
Malbatên Roboskî: Yên êrîşî canên me kirin îro êrîşî Cizîrê dikin
Di çalakiya Malbatên Roboskî de li ser navê malbatan Encu axivî û got: "Li Roboskî 34 canên me ji jêçûna xwînê û sermayê jiyana xwe ji dest dan. Leşker îro jî destûr nade ku li Cizîrê birîndar werin girtin û heman komkujiyê dike." -
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgerên hewayî
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku hikûmeta Erdogan û AKP’ê li hember berxwedana mezin a li Kurdistanê ti encam bidest nexist, dixwaze bi tevgerên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê encaman bidest bixe. -
Nasnameyên 2 şervanên YPG/YPJ’ê hat aşkerakirin
Nasnameyên 2 şervanên YPG’ê yên ku di nava refên HSD’ê de cihê xwe digirtin û di dîrokên cuda de li herêma Tişrînê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin. -
YPS: 17 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku di şerên li Sûrê de 17 çete hatine kuştin. -
Cara duyemîn polîsên Tirk êrîşî meşa Botanê kirin
Meşvanên Botanê yên ji bo şikandina dorpêç û terora li ser Cizîrê dixwazin bimeşin navçeyê, cara duyemîn rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. -
'Êrîşên hewayî dilsoziya me mezintir dike'
“Dewleta Tirk û hikûmeta AKP gelek ji tevgera me ditirse, ji bo wê jî ewqasî êrîşî me dike Lê, ev êrişên pêk tîne hevaltî û girêdanbûna me ya li hember jiyanê bi hêztir dike.” -
Hêzên dewletê êrîşî wesayîta DÎHA'yê kirin
Hêzên dewleta Tirk êrîşî wesayîta DÎHA'ya ku girseya gel a diçe Cizîrê dişopîne, kirin. Di êrîşê de 2 kompûterên di wesayîtê de hatin şikandin û hin alavên teknîkî hatin dizîn. -
Nasnameya gerîlayekî hat aşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayekî di 23'ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da, aşkere kir. -
Êrîşa li dijî Meşvanên Botanê: 3 kes birîndar bûn
Di êrîşa hêzên dewleta Tirk a li hemberî Meşvanên Botanê yên ji Girê Mîra berê xwe dane Cizîrê de, 3 kes birîndar bûn. Birîndarekî ku kapsula gazê li sînga wî krîza dil derbas kir. -
Greva birçîbûnê ya li ber Parlamenta Fransayê di roja 4. de ye
Greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk li ber Parlamenta Fransayê destpê kir, di roja 4. de dewam dike. -
Li Cizîrê birîndarekî din hat qetilkirin
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz der barê rewşa birîndaran de agahî da û diyar kir ku birîndarekî din jiyana xwe ji dest da. -
Meşvanên Botanê li dijî êrîşan dest bi danîna bendan kir
Leşker û polîsên Tirk ên li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê êrîşî gel kirin û rastî berxwedaneke xurt hatin, xwe vekişandin. Gel li dijî êrîşên gengaz dest bi danîna bendan kir. Wekîlên HDP'yî jî bi rayedarên dewletê re hevdîtinan dikin. -
'Eger çarmixkirin neyê bidawîkirin Tirkiye wê bibe Sûriyeya duyemîn'
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê: Ewlekarî, tenduristî û azadiya Rêber Apo ji bo me Kurdan û şervanên azadiyê xeta sor e. Eger ev çarmixkirinê bi dawî nebe, wê Tirkiye bibe Sûriyeya duyemîn. -
Li Cizîrê êrîşên hêzên dewleta Tirk dewam dikin
Li navçeya Cizîrê, agahî ji 23 birîndarên ev 6 roj in li benda ambûlansê ne nayê wergirtin. Li hemberî taxên Cûdî û Sûrê jî êrîşa bi tank û topan dewam dike. -
Berxwedana gel a li dijî êrîşan didome
Berxwedana Meşvanên Botanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê dewam dike. Girseya gel bi keviran bersivê dide êrîşa polîs û leşkerên Tirk û bi biryar e bimeşe Cizîrê. -
Berxwedana li Sûrê mezin dibe
Dewleta Tirk, ji bo şikandina berxwedana li Sûrê li 5 taxên din "qedexeya derketina derve" îlan kiribû. Lê berxwedan li van taxan jî belav bû. -
Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî Bakurê Kurdistanê kir
Ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk li dijî gelê sivîl ê Bakurê Kurdistanê, Saziya Alîkariyê Heyva Sor ji bo pêwîstiyên welatiyan, ket nava tevgerê. -
Bayik: Nevxwendina PYD'ê ji bo Cenevreyê, şaşîtiyeke dîrokî ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku nevxwendina PYD'ê ji bo civîna Cenevre-3, şaşîtiyeke dîrokî ye. -
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk êrîşî Meşvanên Botanê kirin
Meşvanên Botanê, ji bo şikandina dorpêçî û terora dewletê ya li ser Cizîrê, ji taxa Girê Mîra ya Nisêbînê ket ser rêya Cizîrê. Lê belê hêzên dewleta Tirk bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. -
Li Awûstûryayê çalakiyên xwedîderketinê: Cizîr wê ji faşîzmê re bibe goristan!
Li bajarên Awûstûrya Viyana û Bregenzê, komkujiyên AKP'ê hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd hat silavkirin. -
Balafirên şer li ser Qendîlê digerin
Li ser herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên şer ên Tirk digerin. -
Pêşî li Meşvanên Botanê hat girtin
Meşvanên Botanê yên ji bo şikandina dorpêça li ser Cizîrê ji taxa Girê Mîra ya Nisêbînê berê xwe dan Cizîrê, ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengkirin. -
Bi hezaran kes ber bi Cizîrê ve dimeşin
Meşvanên Botanê yên li Girê Mîra li dijî terora dewleta Tirk di nobeda berxwedanê de bûn, berê xwe dan Cizîrê. Girseya gel hewl dide xwe bigihîne navçeyê.