Berxwedana li Sûrê mezin dibe

Dewleta Tirk, ji bo şikandina berxwedana li Sûrê li 5 taxên din "qedexeya derketina derve" îlan kiribû. Lê berxwedan li van taxan jî belav bû.

Berxwedana dîrokî ya Sûrê ya li dijî tank û topên dewleta Tirk, di roja 58. de ye. Bi dijwarbûna şerê ji ber "qedexeya derketina derve" ya li 6 taxên navçeyê, hêzên dewleta Tirk duh li taxên Lalebey, Melîkahmet, Abdaldede, Ziya Gokalp û Suleyman Nazîfê jî "qedexeya derketina devre" îlan kir. Bi dorfirehkirina qada qedexeyê re berxwedan jî mezin bû û li van taxan belav bû.

Polîsên Tirk duh bi anonsan xwest gel malên xwe biterikînin. Girseya gel ji bo vê rewşa polîsan protesto bike daket kolanan, lê polîsên Tirk êrîşî gel kirin û gule berdan hewayê.

Li navçeyê, bi taybetî li taxa Alî Paşa teqînên dijwar rû da.