Berxwedana gel a li dijî êrîşan didome
Berxwedana Meşvanên Botanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê dewam dike. Girseya gel bi keviran bersivê dide êrîşa polîs û leşkerên Tirk û bi biryar e bimeşe Cizîrê.

Meşvanên Botanê yên ku ji bo şikandina dorpêça li navçeya Cizîrê li taxa Girê Mîran a Nisêbîna Mêrdînê ber bi Cizîrê ve meş dan destpêkirin rastî êrîşa polîsan a bi ava şid û bombeyên gazê hatin, li dijî êrîşan li ber xwe didin. Meşvan bi keviran bersivê didin êrîşên bi ava şid, bombeyên gazê û gulebaran. Meşvan bi dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê" "Dewleta kujer ji Kurdistanê bicehime" "Bijî Serok Apo" belav nabin û berxwedana xwe didomînin.
Meşvanên Botanê li zeviyên herêmê belav bûn û berxwedana xwe li dijî êrîşan didomînin, hin ji wan jî li hemberî wesayîtên zirxî xwe dikir sîper û di meşê de israr dikin. Li gundê Kemîna yê ku pevçûn belav bûye jin bombeyên gazê ji erdê digirin û careke din davêjin hêzên dewletê.
Li gundê Kemîna yê ku berxwedan her diçe mezin dibe leşker ji wesayîtan peya bûn û bendan datînin. Berxwedana gel a li dijî êrîşan didome.