Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî Bakurê Kurdistanê kir

Ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk li dijî gelê sivîl ê Bakurê Kurdistanê, Saziya Alîkariyê Heyva Sor ji bo pêwîstiyên welatiyan, ket nava tevgerê.

Ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk li dijî gelê sivîl ê Bakurê Kurdistanê, Saziya Alîkariyê Heyva Sor ji bo pêwîstiyên welatiyan, ket nava tevgerê.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê  da  zanîn ku wan weke gava ji bo xelkê Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbin, Kerboran û Farqînê pêşî 328 hezar Euro alîkariya madî şandine..

Di daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê de tê gotin, ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk, heta niha bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran kes  jî ji ber dijwariya êrîşan neçar mane ku cih û warên xwe berdin..

Rêveberiya Heyva Sor  diyar kir ku tevî rewşa kambax ya jiyana welatiyan jî, heta niha ti saziyên mirovahî destê alîkariyê dirêjî welatîyan nekirin..

Heyva Sor ragihand ku ew weke saziya alîkariyê nekarîn li hemberî vê rewşê bê deng bimînin û di nava demeke kurt de dest bi hewldanên komkirina alîkariyê kirin..

Di daxuyaniyê de tê gotin, di encama xebatên çend rojan de, weke gava pêşî Heyva Sor a Kurdistanê ji bo piştgiriya xelkên Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbin, Kerboran û Farqînê 328 hezar Euro alîkariya madî hat şandin..

Rêveberiya Heyva Sor ragihand ku alîkariya hatiye şandin, wê bi hevkariya Meclîsên van herêman li welatiyan were belavkirin..

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdên Ewrûpayê kir ku destê alîkariyê dirêjî Cizîr, Silopî, Sûr, Kerboran û Nisêbînê bikin..

Heyva Sor a Kurdistanê di Kongreya xwe ya 24’an de biryar dabû ku hemû derfetên xwe ji bo piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê bikar bîne.