Nasnameyên 2 şervanên YPG/YPJ’ê hat aşkerakirin

Nasnameyên 2 şervanên YPG’ê yên ku di nava refên HSD’ê de cihê xwe digirtin û di dîrokên cuda de li herêma Tişrînê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.

Nasnameyên 2 şervanên YPG’ê yên ku di nava refên HSD’ê de cihê xwe digirtin û di dîrokên cuda de li herêma Tişrînê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.

 

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û ev agahî dan: “Di vê berxwedaniya bêhempa de 2 rêhevalên piştî ku di nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de roleke mezin lîstin, bi fedaîtî û lehengiyeke mezin gihiştin şehadetê.

 

Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di serî de ji malbata her du şehîdan re, gelê me yê qehreman re sersaxiyê dixwazin û soza pêkanîna armanc û hêviyên wan ên azadî û wekheviyê didin. Bîranîna wan ronahiya rêya me ye.”

 

Nasnameye şervanên YPG/YPJ’ê wiha ne:

 

Nasnav: Rodî Star

Nav û Paşnav: Yusuf Ataman

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Yakub

Cihê Jidayikbûnê: Silopiya

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn 27/12/2015

 

Nasnav: Stêrk Çîya

Nav û Paşnav: Hîva Mihemed

Navê Dayikê: Medîne

Navê Bav: Xidir

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn 19/01/2016