Li Awûstûryayê çalakiyên xwedîderketinê: Cizîr wê ji faşîzmê re bibe goristan!
Li bajarên Awûstûrya Viyana û Bregenzê, komkujiyên AKP'ê hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd hat silavkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 28 rêbendanê 2016, 11:25
Li bajarên Awûstûrya Viyana û Bregenzê, komkujiyên AKP'ê hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd hat silavkirin.
BREGENZ
Kurdên li eyaleta Voralberg a Awûstûryayê dijîn, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gotzîsê, dewleta Tirk protesto kirin.
Di çalakiya li bajarê Bregenzê de banga xwedîderketina li ciwanên Kurd ên berxwedêr hat kirin û hat gotin, "Divê gelê me yê li Ewropayê dijîn, her cihê lê ne veguherînin qada çalakiyê."
Piştî axaftinan girseya gel bi meşaleyan ji HBF heta navenda bajêr meşiya. Di meşê de alên KCK, YPG, YPJ, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Cizîr wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurdistaniyan û dostên wan çalakiyeke protestoyî lidar xistin. Di çalakiya li Meydana Stephansplatzê de komkujiyên dewleta AKP'ê hatin protestokirin û berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin.
Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak li çalakiyê axivî û gıti "Tirkiye ku dibêje xwedî artêşa herî xurt a Rojhilata Navîn û NATO'yê ye, bi artêşa xwe, bi polîs, MÎT, noker û xayînên xwe re, nikare bi Sûr û Cizîrê. Ji ber ku ya li van deran li ber xwe dide dilê gelê Kurd e. Berxwedaneke mezin wê li tevahiya Kurdistanê belav bibe."
Di dema çalakiyê de belavokên li ser mijarê yên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin.