Di çalakiya Malbatên Roboskî ya di hefteya 213'emîn de li ser navê malbatan Cahîde Encu axivî û balê kişand ser êrîşên tevkujiyê yên li Cizîrê. Encu got "Li Roboskî 34 canên me ji jêçûna xwînê û sermayê jiyana xwe ji dest dan. Leşker îro jî destûr nade ku li Cizîrê birîndar werin girtin û heman komkujiyê dike."
Malbatên Roboskî di 213'emîn hefteya Komkujiya Roboskî de li ser gorên zarokên xwe kom bûn û lêgerîna xwe ya edaletê berdewam kir. Li ser navê malbatan vê heftê Cahîde Encu axivî. Encû bibîrxist ku li ser Komkujiya Roboskê 49 meh derbas bûye û got komkujiyên li Cizîr, Silopiya û Sûrê berdewama komkujiya Roboskî ye.
Encu wiha berdewam kir: "34 xizmên me yên ku ji aliyê balefirên şer hatin bombebaran kirin bi saetan birîndar man. Gelek ji wan ji jêçûna xwînê û sermayê jiyana xwe ji dest dan. Leşkerên ku wê rojê rê girt îro jî li Cizîrê destûr nade ku birîndar werin girtin. Di nav 6 rojan de 6 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Hemû jî ji jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dan."
Encu got ku ew wekî malbatên Roboskî feraseta qatlîamker ya AKP'ê şermezar dikin.