YPS: 17 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku di şerên li Sûrê de 17 çete hatine kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku di şerên li Sûrê de 17 çete hatine kuştin.
Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) diyar kir ku konsepta şerê topyekun a ku hikûmeta AKP’ê ya faşîst li dijî qadên xwerêveberiyên li Kurdistanê dane destpêkirin îro li Sûr û Cizîrê dewam dike. YPS’ê wiha got: “Hêzên me li dijî êrîşên çeteyan ên li hember qadên xwerêveberiyê berxwedanek dîrokî ya xwe dispêre hêz û îradeya xwe raber dikin. Di vê çarçoveyê de di çalakiyên bersivdayinê de yek jê serdar gelek çeteyên qesrê hatin kuştin.”
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî şerên qewimî ev agahî parve kir:
“27’ê Çileyê li dijî çeteyên qesrê yên hewl dan ji ber dibistana Cûmhûriyetê ve pêş de biçin ji aliyê hêzên me hatine ferqkirin û leşkerek hat kuştin. Hêzên me li vir bi ser çeteyan de çûn, jerjorên çeka melezê û qaskek desteser kirin, piştre li derdora cihî bûyerê dîsa şer destpêkiriye. Li vir dîsa leşkerek hatiye kuştin, ajokarê tankekê dema di nav tevgerê de bû hat kuştin.
Di heman rojê de saet 16.00’an çeteyên qesrê hewl dan ji aliyê Taxa Hasirli ve pêş biçin, piştî hatin ferqkirin hatin hedefgirtin. Di vir de 3 çete hatin kuştin û gelek çete jî hatin birîndarkirin. Her wiha çeteyên li vir direvin jî ji aliyê hêzên me tên şopandin. Çekek melez a ku çeteyan li nuqteya xwe li pey xwe hiştibûn jî ji aliyê hêzên me ve hat desteserkirin.
Di heman rojê saet 12.00’an de nêzî Mînareya Çar Ling çeteyên qesrê hewl didin pêş de biçin rastî bersiva yekîneyên me yên berxwedanê hatin. Di şerê li vir de 2 çete hatin kuştin.
Duh saet 13.00’an li nêzî Bazara Mast çeteyên qesrê yên hewl dan êrîşî hêzên me bikin rastî bersivdayinê hatin. Di vê çalakiyê de serdarek û 3 leşker hatin kuştin.
Hêzên me di çalakiya li Kolana Ahmet Arîf de 2 çete kuştin.
Dîsa li nêzî Mizgefta Kûrşûnlû di çalakiyên hêzên me de 3 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Di tevahî çalakiyan de 17 çete hatin kuştin û hêzên me ti windahî nedane. Li 5 taxên li Sûrê jî çeteyên qesrê bi temamî hatine bêbandorkirin.”
‘EM BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN KELHÊN BERXWEDANÊ TENÊ NEHÊLIN’
YPS’ê destnîşan kir ku desthilatdariya rejîma dagirker û dîkta li Kurdistanê şkestiye û dirize, wiha dom kir: “Li ser vî esasî îradeya xwerêveberiyê ya di pêşengiya YDG-H’ê destpê kir û îro bi armanca serketinê bi awayekî hê bi rêxistinkirî pêş ketiye li tevahî Kurdistanê belav bûye. Rejîma dîkta, faşîst a bêyî jin, mêr, kal, zarok guhdar bike polîtîkayên qetlîamê dimeşand, êdî fêm kiriye li Kurdistanê cihê wê nemaye û nema dizane wê çi bike. Kurdistan êdî li hember tevgerên dagirker bi îradeya xwerêveberî û xweparastinê dibe bersivû û xwe gihandiye avahiya xwe dispêre hêza xwe.”
Daxuyaniya YPS’ê wiha bi dawî bû: “Êdî kelhe û SÛR’ên me yên berxwedanê hê xurttir û sexlemtir in. Divê rejîma faşîst û zîhniyetên dagirker ên din vê baş bizanibin, wê Yekîneyên me yê Parastina Sivîl li her bostek axa Kurdistanê li dijî xwe bibînin. Ji bo me dem dema berxwedanê ye, êdî dema li mala xwe rûnê û li benda celadê xwe bimîne derbas bûye. Êdî dem dema bi berxwedana meşa ber bi serketinê ye. Li ser vî esasî ji bo tevahî beşên demokrat şoreşger û gelê Kurdistanê banga me ye. Azadî nayê dayîn tê qezençkirin. Ji bo di Tirkiyeyek azad jiyanek azad, em berxwedanên xwe mezin bikin û kelheyên xwe yên berxwedanê tenê nehêlin.”