Pêşî li Meşvanên Botanê hat girtin
Meşvanên Botanê yên ji bo şikandina dorpêça li ser Cizîrê ji taxa Girê Mîra ya Nisêbînê berê xwe dan Cizîrê, ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengkirin.

Parlamenterên HDP'ê û Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Demîr Çelîk jî di nav de girseya gel, bi sedan wesayîtan ji taxa Girê Mêrdîna di ser rêya Mêrdîn-Şirnexê berê xwe da Cizîrê. Piştre bi hezaran kesên dest bi meşê kirin, li gundê Kemînayê ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatin sekinandin.
Hêzên dewleta Tirk bi maşînên zirxî rê girtin. Balkêş bû ku leşker û polîs li ser van maşînên zirxî jî bi cih bûbûn. Parlamenterên HDP'ê Alî Atalan, Nadîr Yildirim, Dîrayet Taşdemîr, Îbrahîm Ayhan û Erol Dora ji bo rakirina bendên li pêşiya wan bi hêzên dewletê re axivîn, lê ti encam ji vê hewldanê derneket.
Astengiya hêzên dewletê dewm dike. Gelê dixwaze biçe Cizîrê jî bi biryardarî li ber xwe dide.