Li Cizîrê birîndarekî din hat qetilkirin
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz der barê rewşa birîndaran de agahî da û diyar kir ku birîndarekî din jiyana xwe ji dest da.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz der barê rewşa birîndaran de agahî da û diyar kir ku birîndarekî din jiyana xwe ji dest da.
Kengî ambûlansên Şaredariyê hewl didin bikevin nava taxê, hingî maşînên zirxî yên dewleta Tİrk guleyan li taxa avahiya birîndar lê ne, direşînin. Bi vî rengî mîna ku 'şer li herêmê heye' nîşan didin û nahêlin ambûlans xwe bigihîne birîndaran.
Ji 23 birîndarên ev 6 roj in li jêrzemîna avahiyeke li taxa Cûdî ya Cizîrê asê mane û li benda ambûlansê ye, birîndarekî din jiyana xwe ji dest da.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz der barê mijarê de agahî da û anî ziman, ambûlans û personelên tenduristiyê agahiyê didin rayedarên emniyetê û rêveberên dewletê yên li herêmê, lê her gavê dema dikevin ser rê, maşînên zirxî yên dor li avahiyê girtine dest bi gulereşandinê dikin. Sariyildiz diyar kir ku dewlet hewl dide bi vî rengî nîşan bide bê li herêmê 'şer' heye.
Sariyildiz da xuyakirin ku hêzên dewletê nahêlin ambûlans xwe bigihîne malê û danê sibehê yek ji birîndarên li jêrzemînê mesaj jê re şandiye. Sariyildiz got, "Di mesajê de wiha hat gotin; 'hewl didin me yek bi yek bikujin. Hevalekî me yê din jiyana xwe ji dest da."
Sariyildiz da zanîn ku ambûlansên Şaredariya Cizîrê dema li herêma Dortyolê danê sibehê disekinînin, ji maşînên zirxî gule hatin reşandin, hêzên çekdar ên dewletê endamên qenalên televîzyonê yên alîgirê AKP'ê Kanal A, TRT, AA yekser anîne cem xwe û dest bi anonsa 'şer heye, nahêlin ambûlans bikeve nava taxê' kirine.
Sariyildiz diyar kir ku li holê şerekî diqewime nîne.