Êrîşa li dijî Meşvanên Botanê: 3 kes birîndar bûn
Di êrîşa hêzên dewleta Tirk a li hemberî Meşvanên Botanê yên ji Girê Mîra berê xwe dane Cizîrê de, 3 kes birîndar bûn. Birîndarekî ku kapsula gazê li sînga wî krîza dil derbas kir.
Di êrîşa hêzên dewleta Tirk a li hemberî Meşvanên Botanê yên ji Girê Mîra berê xwe dane Cizîrê de, 3 kes birîndar bûn. Birîndarekî ku kapsula gazê li sînga wî krîza dil derbas kir.
Meşvanên Botanê yên ji Girê Mîra yê navçeya Nisêbînê berê xwe dan navçeya Şirnex Cizîrê, rastî êrîşa hêzên dewleta Tirk hatin. Ji ber êrîşê welatiyên bi navê Aslan Alî Çinar, Fahrettîn Dûrmaz û kesekî navê wî nehat zanîn, ji ber bombeya gazê birîndar bûn.
Ji birîndaran Aslan Alî Çinar, ji ber ku kapsula gazê li sînga wî ket, krîza dil derbas kir.
Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.