KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Berxwedêrên Botanê: Me dît ku em dikarin dorpêçê bişkînin
Berxwedêrên li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê ber bi Botanê dimeşin wiha gotin: “Me dît ku em dikarin dorpêçê bişkînin. Bi berxwedana xwe bi çendan caran me hêzên dewletê belav kir. Divê gelê me biherike vir.” -
Kampanya îmzeyan a ji bo Zeynep Celaliyan hat destpêkirin didome
Rêxistina Jinê ya Yekîtiya Star, ji bo siyasetmedara jin a Kurd a li zîndanên Îranê tê ragirtin û rewşa wê ya tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe, kampanya îmzeyan dabû destpêkirin. Kampanya dewam dike. -
Nisêbînî di nava serma û seqemê de nobedê digirin: Ya mirin ya azadî!
Malbatên ji Eşîra Diderê yên li Nisêbînê dijîn diyar kirin, ew ê li dijî her şêwe êrîşên hêzên dewletê li ber xwe bidin û taxên xwe neterikînin. -
Birîndarekî li Cizîrê ji ser hişê xwe çû, 4 birîndar bi mirinê re rû bi rû ne
Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî avahiya ku 19 birîndar lê asê mane û 7 roj in li benda ambûlansê ne, dewam dikin. Tê gotin ji birîndaran Ferhat Karadûman ji ser hişê xwe çûye û 4 birîndarên rewşa wan giran e, bi mirinê re rû bi rû ne. -
Însiyatîfa Gel a Amedê: Divê roja 60. a berxwedana Sûrê bi serhildanê were pêşwazîkirin
Însiyatîfa Gel a Amedê: Divê roja 60. a berxwedana Sûrê bi serhildanê were pêşwazîkirin. Ji 7 heta 70 salî em bang li tevahiya gelê xwe dikin, ji bo beşdarî meşa sibe bibe. Divê her devera Amedê sibe mîna Sûriyê li ber xwe bide. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêmên Çemçû û Avaşîn barandin
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev bombe li herêmên Çemçû û Avaşîn ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. -
Îlham Ehmed piştperdeya danûstandinên li Cenevreyê vegot
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed: Me bi Rûsya û DYA re hevdîtin kir. Ji me re gotin, 'Bi sebir bin, hûnê piştre tevlî bibin'. Me jî peymaneke nivîskî xwestin. -
Şahidê bûyerê: Her 3 jinên siyasetmedar hatin înfazkirin
Der barê roja ku sê jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir û ciwanê Kurd Îslam Atak ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin de, agahiyên nû derketin holê. -
Gever li dijî êrîşan li ber xwe dide
Hêzên dewleat Tirk hewl dan xwe berdin nava taxên Geverê. Ev hewldana êrîşê ya hêzên dewleta Tirk bi berxwedana hêzên xweparastinê re hat şikandin. -
Dayikên Dêrsimî gotin 'Ya Xizir': Bila gelê me bibe yek
Dayikên Dêrsimî bi wesîleya meha Xizir banga aştî û yekîtiyê kirin û xwestin, komkujiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê tên kirin werin sekinandin. -
Li jêrzemîna hovîtiyê rewşa dawî: Êrîşên li dijî birîndaran dewam dikin
Li Cizîrê, beşek jê giran 19 birîndar ev 7 roj in li jêrzemîna avahiyekê asê mane û li benda ambûlansê ne. Hêzên dewleta Tirk ên duh bi şev jî top diavêtin avahiyê, danê sibehê êrîşên xwe giran kirin. -
Konferansa Tevgera Azadî ya Kerkûkê destpê kir
Konferansa Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê bi dirûşma "Kerkûkê ji bo jiyana hevpar û xwerêveberiya demokratîk biryara xwe daye" destpê kir. -
Fermandarê YPS'ê Zagros, hevrêyên xwe yên jiyana xwe ji dest dan vegot
Fermandarê YPS'ê Zagros, bîranînên xwe yên bi hevrêyên xwe yên jiyana xwe ji dest da dane re vegot. Zagros diyar kir, hevrêyên wan xwe ji bo gel feda kirine û destnîşan kir, ku dewletê ti carî nekariye vîna berxwedanê bişikîne. -
Ok: Li Cizîr û Sûrê berxwedanek bi ruhê Kobanê heye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir, ku civîna Cenevreyê bêyî Kurdan wê bê encam bimîne. -
Rojnamevanên li Kurdistanê axivîn: Gel ji tiştekî natirse
Rojnamevan Tekîn, Sûr, Çîçek û Dogan ên bi gefa komkujiyê yên AKP'ê re rû bi rû ne, dan zanîn, ku hêzên dewletê gelek caran êrîşî wan kirine. -
Ji meşa Botanê hinek nîşe
Meşvanên Botanê yên li Nisêbînê di berxwedana nobedê de, meşa ku saetên sibehê dan destpêkirin, di tevahiya rojê li hember êrîşên ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve bi kevir û dirûşmên “Bijî Berxwedana Cizîrê” ve bersivandin. -
Ambûlans ji aliyê tankê hat astengkirin
Çûyina ambûlansê ya ji bo wergirtina 19 birîndaran û 6 cenazeyên li bodrûma avahiyek li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ji aliyê tankek ku ji Cadeya Nisêbînê taxê topbaran dike hat astengkirin. -
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag di meşa Botanê de ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û heyeta li gel tevli Meşa Botanê ya çalakiya nobedê bûn. -
Rojnamevanê DÎHA û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
Rojnamevanê DÎHA'yê Bîlal Seçkîn û 6 kesên rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin. -
Gelê ku hat astengkirin li Girkê Melê kon danîn
Gelê ku ji bo şikandina dorpêç û terora dewleta Tirk a li ser Cizîrê ketin ser rê û hatin astengkirin, li şaredariya Girkê Melê dest bi berxwedana nobedê kirin. Bal kişandin ku di vê dengê ‘Hewar’ a li Cizîrê bê bihîstin. -
Birîndarên li Cizîrê: Ambûlans nayê, bila gel zarokên xwe bi xwe bigire
Ji birîndarên li Cizîrê endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzer got dewlet ev 6 roj in dibêje “em ambûlansê dişînin ji ber şer nikare biçe” û wan mijûl dike, raya giştî dixapîne. -
Li ser Zap û Garê tevgera balafirên şer
Li ser herêmên Garê û Zap ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevgerek zêde yên balafirên şer ên Tirk hene. -
Nisêbîn:Ji 7 heta 70 salî berxwedanê parve dikin!-Ferhat Aslan
Bi îlankirinên xwerêveberiyan ve li taxên Nisêbînê rengê jiyanê bi temamî guherî. Welatiyên li vir guhê wan li ser agahiyên ji Cizîrê bê ne. -
Dirbas, li Amûdê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cenazeya Cîgira Seroka Desteya Karên Hundirîn Asemîn Dirbas oxir kirin. -
Şervana YPJ’ê Mihemed hat oxirkirin
Şervana YPJ’ê Heyfa Mihemed (Stêrk Çiya), bi merasîmek girseyî hat oxirkirin.