Birîndarên li Cizîrê: Ambûlans nayê, bila gel zarokên xwe bi xwe bigire
Ji birîndarên li Cizîrê endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzer got dewlet ev 6 roj in dibêje “em ambûlansê dişînin ji ber şer nikare biçe” û wan mijûl dike, raya giştî dixapîne.
Ji birîndarên li Cizîrê endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzer got dewlet ev 6 roj in dibêje “em ambûlansê dişînin ji ber şer nikare biçe” û wan mijûl dike, raya giştî dixapîne.
Çûyina ambûlans û personelên tenduristiyê yên girêdayî Şaredariya Cizîrê ji bo wergirtina 19 birîndar û 6 kesên ku ji ber ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan ji aliyê hêzên dewletê tê astengkirin, ji wesayîtên zirxî yên mala li Taxa Cûdiyê ya birîndar lê ne dorpêç kiriye dengê sirûda mehterê tê û topbaran li ser didome. Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzer ê di nav birîndaran de destnîşan kir ku ji ber av tineye ev 2 roj in av nedane birîndaran. Diyar kir ku ji birîndaran rewşa tenduristiya Ferhat Karadûman, Sûltan Irmak, Ferhat Saltik û Mûstafa Gazyak giran e. Destnîşan kir ku li derdora malê topbaran didome û 3 qatên mala ku li bodrûma wê ne hilweşiyaye. Yavûzer ragihand ku ji wesayîtên zirxî yên mal dorpêç kirine dengê sirûda mehterê bilind dibe.
Yavûzer bi bîr xist ku daxuyaniyên Walî û Wezareta Tenduristiyê ya “em ambûlansê dişînin ji ber şer nikarin biçin” ji bo xapandina raya giştî û mijûlkirinê ye, li hember daxuyaniya, “bila birîndar bimeşin qada ewle” jî bertek nîşan da. Yavûzer wiha dewam kir: “Li vir li hevalê me yê ku hewl dide avê bigire dikin hedefa guleyan. Jixwe rewşa birîndaran giran e û mal hatiye dorpêçkirin. Çawa dikarin vê bibêjin. Di rojê de 50 carî bombeyan davêjin. Êdî em westiyan îzaha rewşê bikin.”
Yavûzer wiha ragihand: “Difikirin ku li vir kesên çekdar hene, dikare bên binêrin. Derdora malê dorpêç kirine, sirûda mehterê vekirine. Bi temamî hewl didin gelê Kurd, raya giştî bixapînin. Divê gelê Kurd baş bizanibe, ev 5 roj in heman derewan dikin. Li vir ev 2 roj in mirov nikarin avê bigirin. Eger avê negirin wê jixwe bimirin. Divê gelê me yê di ketina Cizîrê de rawestiyaye, tevahî gelê me baş bizane. Eger avê negirin wê di hundirê 2 rojan de jiyana xwe ji dest bidin. 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, 19 birîndar hene. Rewşa 5’an giran e. Derdora vê avahiyê her roj tê bomberdûmankirin. Niha 3 qatê wê hilweşiyaye.”
Yavûzer got, “li kû derê cîhanê ev wêneya heye” û bertek nîşanî rewşê da, bang li raya giştî kir. Yavûzer wiha axivî: “Li bende ku mirovên li vir hêdî hêdî jiyana xwe ji dest bidin an jî emniyet difikire hin bikevin hundir û înfazan pêk bînin. Mirovên li vir bi bêhna xwe û morelên xwe li ber xwe didin. Ev mirovana ev 2 roj in avê venaxwin. Eger mirovên li vir tenduristiya wan li cih be jî piştî 2 rojan wê jiyana xwe ji dest bidin. Ti kes nikare ji bin vî barî jî derkeve. Divê gelê me xwe li kolanên Cizîrê bide, zarokên xwe bi xwe bigire.”