Nisêbîn:Ji 7 heta 70 salî berxwedanê parve dikin!-Ferhat Aslan

Bi îlankirinên xwerêveberiyan ve li taxên Nisêbînê rengê jiyanê bi temamî guherî. Welatiyên li vir guhê wan li ser agahiyên ji Cizîrê bê ne.

Bi îlankirinên xwerêveberiyan ve li taxên Nisêbînê rengê jiyanê bi temamî guherî. Welatiyên li vir guhê wan li ser agahiyên ji Cizîrê bê ne.

Em dixwazin bi hêzên YPS’ê yên li 5 taxên cuda bi xendek û barîqatan ve di pozîsyona ‘xweparastinê’ de ne hevdîtinê pêk bînin. Li Taxa Alîka makîneya wêneyê ya di destê me de balê dikşîne û em demildest bi pirsên, “Hûn kî ne?”, “Hûn ji kû derê tên û diçin mala kê?” re ru bi ru dimînin.

HEM KEVIRÊ PARKE BI CIH DIKE HEM JÎ HENEKAN DIKE

Li taxê ji heft heta heftê salî ji bo barîqat, xendek û jiyana rojane yê ku wezîfe negirtiye hema hema tineye. Dikandar û kedkar karên xwe yên rojane didomînin, endamên Meclîsa Gel a dibêje, ‘me bêkarî bi temamî çareser kir’ ji bo bêkaran, hin di komîsyonên çareseriya pirsgirêkên civakî, hin bi pirsgirêkên teknîkî an jî bi karên xendek û barîqatan re mijûl dibin. Em ‘berteka herî mezin’ a ji ber kolana xendekan ji apekî kal bi zimanekî henekî dibihîzin: “Şaredariyê bi salan ji bo taxên modern xizmet bir, cara yekem li taxa me kevirên parke bicih kir, lê YPS’ê rêya me xera kir!”Du neviyê apê nêzî 70 salan ku li ser xendekan hem keviran bicih dike hem jî karê dike bi henekî radigihîne, li pişt xendekan e.

Li taxên rojhilatê Nisêbînê ku di dorpêçê de ye pirsgirêka xurekan hebe jî jiyana komun a bajar ji ber xwe bi pêş ket. Li dijî êrîşan hêstiyariya gel jî bi hêsanî tê dîtin.
 

Em ji şêniyên taxê dipirsin ku bê ka mirovên dema malên wan di dema ‘qedexeyên kolanan’ de xera bûne çûne kû derê. Em bi bersivek balkêş re rû bi rû dimînin: “Ji ber malbatên xwediyê van malan, malên xwe terikandin, tîmên taybet kes di malan nedidît û bi balyozan dîwar xera dikirin.”

‘EM Ê MALÊN XWE NETERIKÎNIN’

Welatiyê li Taxa Firatê Abdûllah Dûrsûn ku em bûn mêvanên wî, wiha dibêje: “Em ê malên xwe neterikînin. Em daxuyaniyên dewletê dibînin. Yekane armanca wan ev e ku wê malên me xera bikin û TOKÎ çêbikin. Ev hikûmeta çiya kûn kirin, tunel çêkirin û pereyên mezin girtin. AKP’e di eslê xwe de partiyek sektora înşaatê ye. Li gor min hewl didin taxên me xera bikin û bi rêya TOKÎ ji xwe re qadên nû yên înşaatê vekin. Wê yê me jî malekê bidin me û 20 salan me bikin deyndarên xwe. Berê axeyan pere didan gundiyan û dikirin deyndarên xwe, wisa neçarî koletiyê dikir. Niha AKP’e vê bi rêbazekî din dike. Em ê malên xwe neterikînin, wê xera bikin jî divê me bikujin.”

Em hîn bûn kû li Nisêbînê ev 6 meh in saziyên asîmîlasyonê wek bajarên din ên xwerêveberiyê derveyî dewrê ye. Li navçeyê her çiqasî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêbazên demokratîk derdikevin pêş jî, tê destnîşankirin ku di encama operasyonên qirkirina siyasî êdî tehamul ji bo girtina yek ciwanî jî nemaye.

SE BI DIZÎ KETINA TAXÊ HÎS DIKIN

Dema ku me xwest cara duyemîn bikevin taxê ji bo wênekişînê, em bûn şahidê bav û keça ku di xwerêveberiyê de bi awayek aktîf rol dilîst. Weke ku di şerê Kobanê de bav û zarokên xwe di heman çeperan de cih digirtin. Di her kolanê de seyên perwerdekirî bala me kişandin. Hêzên YPS’ê hinek seyên ku dîtin jî anîbûn. Li ser pirsa ‘Ev se ji bo çi ne’, wiha gotin: ‘Li gel me ew jî li pişt bend û xendekan nobedê digirin. Li ser veşartî ketina taxan yekem ên pê agahdar dibin se ne û em jî bi mehan e li gel xwe digirin.’ Navên weke ‘Bend’, ‘Sekvan’, ‘Docka’ û ‘Xendek’ lê kirine.

JI BO NOBEDARAN ÇAY HAT DAYÎN

Ya ji birçîbûn û bê avbûnê hê zortir, yên ku di -10 pileyan di nîva şevê de nobeda li pişt bend û xendekan digirine. YPS’yiyên ku nobedê digirin, ji saetên şevê heta saetên sibehê, jinên ku li taxê dijîn çay ji bo wan tînin. Kî ji bo dayik, zarok, kî ji bo jin û zarokên xwe yên keç di nobedê de ne û ruhê dayikiye ‘Di nava nivînên germ de xewê’ napejirîn e. Dayikekê got: “Yên li pişt bendan nobedê digirin hemû jî zarokên min in.”

DENG JI QAMIŞLO BILIND DIBIN

Desthilatdarên ku bajarên Qamişlo û Nisêbîn ji hev cuda kirin, ji xakek mayinkirî ya ku firehiya wê 20-30 metreyan zêdetir cuda nîne. Gelekî ku ji heman Kurdan, ji heman xakê, ji heman xwînê û girêdanê hatine parçekirin... Li Qamişlo dema ku çeteyên DAÎŞ’ê cih bi cih êrîşên xwekujî lidardixist, di heman demê de li Nisêbînê ew deng di guhên mirovan de dilerizin. Ev 4 sal in li Qamişlo ‘Pêngava Azadiyê’ ya ku di her êrîşê de gelê Nisêbînê rabûn ser lingan û ketin ser rêya sînor. Niha jî, li Nisêbîna di bin dorpêçê de, her bombeya diteqe, her ruhê ku jiyana xwe ji dest dide, êşa wê li Qamişlo tê hîskirin. Rexmê sînoran jî mijarên çûyin û hatin û pevjîn, qedexe, xemgînî, kêfxweşî bi hev re ye. Qedera gelê Nisêbîn û Qamişlo jî bi hev re ye.

...