Şervana YPJ’ê Mihemed hat oxirkirin

Şervana YPJ’ê Heyfa Mihemed (Stêrk Çiya), bi merasîmek girseyî hat oxirkirin.

Merasîma cenazeya şervana YPJ’ê Heyfa Mihemed (Stêrk Çiya) ku di pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li başûrê Kantona Kobanê di 19’ê Çileya 2016’an de jiyana xwe ji dest dabû, bi sedan welatiyên bajarê Kobanê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajêr kom bûn. Girseya gel piştî ku cenaze ji Saziyê wergirtin bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termik ketin rê. Welatiyan wêneyên têkoşeran û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re qîriyan.

Piştî ku karwan gihîşte goristanê, li vir merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Gulê Behaddîn sersaxî ji malbata têkoşer Stêrk Çiya û tevahî gelê Kurd re xwest û wiha got: “Şehîdên me rêberên me ne di hemû qadan de, ji bo Sûriyeke demokratîk ku tê de wekhevî û edalet serwer be, canê xwe feda kirine.” Gulê di axaftina xwe de soza şopandina rêya têkoşeran a ber bi azadiyê ve nû kir.

Piştî axaftinan belgeya şehadeta şervana YPJ’ê Heyfa Mihemed (Stêrk Çiya) ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Roçeng Hecî Kerho ve hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeya şervana YPJ’ê Stêrk Çiya li gel tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.