Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag di meşa Botanê de ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û heyeta li gel tevli Meşa Botanê ya çalakiya nobedê bûn.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û heyeta li gel tevli Meşa Botanê ya çalakiya nobedê bûn.
Bi hezaran meşvanên Botanê yên ji bo şikandina dorpêç û terora dewleta Tirk ya li ser Cizîrê di pêşengtiya DBP’ê de li Taxa Girê Mîra ya girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê berxwedana çalakiya xwe ya nobedê didomînin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û heyeta li gel jî beşdarî çalakiya nobedê bûn.
Tê payîn ku sibehê Fîgen Yuksekdag daxuyaniyek çapemeniyê bide.