Îlham Ehmed piştperdeya danûstandinên li Cenevreyê vegot
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed: Me bi Rûsya û DYA re hevdîtin kir. Ji me re gotin, 'Bi sebir bin, hûnê piştre tevlî bibin'. Me jî peymaneke nivîskî xwestin.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed: Me bi Rûsya û DYA re hevdîtin kir. Ji me re gotin, 'Bi sebir bin, hûnê piştre tevlî bibin'. Me jî peymaneke nivîskî xwestin.
Hevseroka MSD'ê Ehmed diyar kir, nêzîkatiya li Cenevreyê hatiye nîşandan wê krîza siyasî ya li Sûriyeyê kûrtir bike û destnîşan kir, ku ew ê biryarên Cenevre-3 ya bêyî Kurdan, nas nekin. Ehmed bal kişand ser hevdîtinên xwe yên bi heyetên Rûs û DYA re û got, "Bêyî garantiyeke nivîskî dibêjin wê Salih Muslim piştre tevlî hevdîtinan were kirin."
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed piştperdana danûstandinên li Cenevreyê ji ANF'ê re nirxand.
ÇIMA DEST JI VEXWENDINÊ BERDAN?
Ehmed da xuyakirin, ku di hevdîtinên heta roja îro de nêrîneke ji bo tevlîkirina wan li nava hevdîtinan hebû, ji bo wan cih jî hatibû veqetandin, lê belê ji bo Kurd tevlî Cenevre-3 nebin gelek derdor ketin nava hewldanên mezin.
Ehmed diyar kir, biryara ji Neteweyên Yekbûyî (NY) derket, biryareke bi serê xwe derketiye nîne û got, "NY ev biryar di encama zexta hin aliyan de girtiye. Li gorî agahiyên heta niha gihaştine ber destê me, ev biryar bi zexta Tirkiyeyê hatiye wergirtin.
Lê tiştekî nayê fêmkirin heye. Çawa mumkun e ku Tirkiye xwedî hêzeke dikare bandoreke bi vî rengî li Rûsya, DYA û NY bike? Bi çi rengî pêkane ku Tirkiye xwedî hêzeke xwedî vê bandora berfireh e? Lewma, ne rast e ku ev encam bi tenê bi zexta Tirkiyeyê were vegotin. Di hevdîtinên Viyanayê de jî heman rewşê rû da, li wir jî zexta Tirkiyeyê hat kirin. Eger biryaran bi zexta Tirkiyeyê werdigirin, ev yek cihê şermê ye.
Bêguman encama derketiye holê ne tenê ji ber vê sedemê ye. Di biryara hatiye dayîn de helwesta Tirkiyeyê weke bahane tê nîşandan. Lê em di wê baweriyê de ne ku hin plan û hesabên li ser Sûriyeyê tên kirin, hene.
Di hevdîtinan de DYA ji me re dibêje, 'Tirkiye zehmetiyan derdixîne'. Baş e, lê em rewşa berevajî ya vê yekê jî dizanin. Tirkiye di nava xwe de ketiye rewşeke ewçend zehmet de, ne xwedî wê hêzê ye ku zehmetiyeke ewqasî mezin derxîne. Wekî din Rûsya jî dibêje, 'Em ji rewşa heyî ne razî ne. Ev biryar bêyî me pêk hatiye'. Em baş dizanin ku nêzîkatiyên bi vî rengî rastiyê nîşan nadin. Di binê vê rewşê de hesabên cidî hene. Li holê rastiyek heye; nayê xwestin Kurd ên van hesaban xerab ikin tevlî Cenevre-3 bibin.
Hem tu yê li ser pêşeroja Sûriyeyê biaxive, hem jî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a ji mezintirîn hêz di nav de heye û ji Hama heta Hûmsê, ji Şamê heta Der a Zorê xwe birêxistin dike, ji bo pêşeroja Sûriyeyê xwedî projeya çareseriya demokratîk e, tu yê li derveyî nîqaşan bihêle! Ev nayê qebûlkirin.
Ti wateya dervehiştina MSD û Kurdan ji vê civînê, nîne. Yên Cenevre-3 amade nekirine naxwazin pirsgirêkên li nava Sûriyeyê çareser bibin. Ev hêz dixwazin krîza li Sûriyeyê bidome û berjewendiyên bimeşînin."
Ehmed anî ziman ku heta niha yên tê gotin weke mûxalefeta esasî hatiye vexwedin heyeta Riyadê ye û da zanîn, ku her kes dizane di nava vê heyetê de kî hene kî nîne.
Ehmed anî ziman, ku ev kom her çend xwe weke nûnerê gelê Sûriyeyê binav bikin jî, ev yek şaşîtiyeke mezin e û got, "Ji xwe projeyeke van a ji bo pêşeroja Sûriyeyê nîne. Di mijareke bi tenê de jî li hev nakin. Ji bo Cenevre-3 hatin vexwendin, lê di nava xwe de li hev nekirine bê kî wê ji wan tevlî bibe. Lewma, lêgerîna çareseriyê di ser van re, tê wateya nexwestina çareseriya li Sûriyeyê."
'DIXWAZIN FITNEYÊ TÊXIN NAVA MSD'
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed da zanîn, ku ji Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratî Heysem Menna re vexwendînameya şexsî hatiye şandin û got, "Hevalê me diya rkir, ku ji ber hevalên bi hev re têdikoşin nehatine vexwendin ew ê jî tevlî nebe.
Ji vê vexwendina şexsî mirov dikarin vê fêm bikin: Hevserokên MSD'ê yek jê Kurd e yek jî Ereb. Ji yê Ereb re vexwendîname tê şandin, lê ji ya Kurd re nayê şandin. Ev yek di heman demê de ji bo xistina fitneyê nava MSD'ê ye. Ev helwest beriya niha di nava komên din ên mûxalîf de jî ceribandin, bi ser jî ketin. Hînê fêm nekirin ku em ne li ser berjewendiyên xwe, li ser pêşeroja gelên Sûriyeyê li hev civiyane.
Weke MSD haya me ji lîstikên tê xwestin li ser me werin lîstin, heye. Hevserokê me jî haya xwe ji vê lîstikê heye. Lewma diyar kir ku ev helwest şaş e û bi nameyekê re ragihand ku ew ê tevlî hevdîtinan nebe."
'ME JI DYA Û RÛSYAYÊ RE GOTIN EM Ê BIRYARAN NAS NEKIN'
Ehmed bal kişand ser hevdîtinên xwe yên bi Rûsya û DYA re û got, "Di van hevdîtinan de li ser tevlîbûna me ya li Cenevre-3 axaftin hat kirin. Rûsan diyar kirin ku ew ji rewşa heyî gelekî aciz in û haya xwe ji dayîna biryareke wiha nîne. Her wiha anîn ziman ku ew ê bixwazin ev rewş were sererastkirin.
Rayedarên DYA jî bi heman rengî diyar kirin ku ev rewş nayê qebûlkirin û anî ziman ku li ser wan zexteke mezin heye.
Her du alî jî dixwazin em bi sebir bin û dibêjin, 'Hûn di vê pêvajoyê de cih negirin jî di ya pêş de hûn ê cih bigirin.'
Me jî ji wan re gotin, 'Ti garantiya gotinên we nîne, hûn ji me re dibêjin bi sebir bin lê belê divê garantiya vê hebe. Divê peymanek di navbera me û we de nebe'. Me bi taybetî destnîşan kir ku bi gotinê re ev kar nameşe.
Me diyar kirin, ku eger wê li ser pêşeroja welatekî eleqeya xwe bi gelan re heye were axaftin, ev kar bi dilxwazî û gotinan nabe.
DYA û Rûsya baş dizanin bê nêzîkatiyên li hemberî me tên çi wateyê. Me bi awayekî vekirî ji wan re gotin ku em ê nêzîkatiya 'Em soz didin we, hûn tevlî hevdîtinên piştre bibin' bi ti awayî qebûl nekin û em ê biryarên bêyî me bên dayîn nas nekin."
Ehmed da xuyakirin ku DYA û Rûsyayê diyar kirin ku divê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li Cenevreyê be, di rewşa heyî de pêwîste hinekî bisekine û got, "Li gorî wan, divê Salih Muslim divê li van deran be, wê naveroka hevdîtinan jê re bê ragihandin, piştre jî wê Muslim tevlî hevdîtinan bikin. Bêguman mîna ku me got, ev yek bi gotinê nabe. Ji xwe me ji van hêzan re gotin, em ê vê ti carî qebûl nekin."
'KURDÊN BÊN XAPANDIN NÎNIN'
Ehmed bibîr xist ku Rûsya û DYA di her firsendê de dibêjin 'Bêyî Kurdan li Sûriyeyê çareseriyek nabe' û got, "Nêzîkatiya siyasî ya her du aliyan bi vî rengî ye. Ji me re tê gotin, lê belê pratîk berevajî vê ye. Pratîkên beriya niha dubare dibin. Dema pêwîstî bi Kurdan çêbe, wan dibînin, dema pêwîstiyê pê nabînin, Kurdan datînin aliyekî.
Ez dixwazim bi taybetî vê bêjim; Kurd êdî ne Kurdên berê ne, gelekî Kurd ê ku mîna berê karibin bixapînin, êdî nîne.
Ehmed destnîşan kir, ku ji bo pêvajoya ji niha û pê ve ew ê weke MSD hêza xwe ya li Sûriyeyê mezin bikin û têkoşîna xwe bidomînin.