Dayikên Dêrsimî gotin 'Ya Xizir': Bila gelê me bibe yek
Dayikên Dêrsimî bi wesîleya meha Xizir banga aştî û yekîtiyê kirin û xwestin, komkujiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê tên kirin werin sekinandin.
Dayikên Dêrsimî bi wesîleya meha Xizir banga aştî û yekîtiyê kirin û xwestin, komkujiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê tên kirin werin sekinandin.
Dayikên Dêrsimî bi wesîleya meha Xizir banga aştî û yekîtiyê kirin û xwestin, komkujiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê tên kirin werin sekinandin. Dayikan her wiha bang li civaka Elewî kir, ku xwedî li bawerî û çanda xwe derkevin.
Li gorî baweriya Elewî-Sersoran, piştî meha Gaxanê meha Xizir destpê dike. Bi destpêkirina vê mehê re loqma tên belavkirin, çira tê vêxistin û bang li Xizir tê kirin.
Dayikên Dêrsimî yên ji ANF'ê re axivîn, bi wesîleya meha Xizir diyar kirin ku divê hevgirtin û yekîtiya navbera gel xurt bibe û banga aştiyê kirin.
TÛGLÛK: CIVAK WÊ TINE BIBE!
Selvî Tûglûk: Dema meha Xizir dihat em li hev diciviyan, diçûn ser kaniyê, derdora kaniyê paqij dikir, çira xwe vêdixist, loqmayê xwe belav dikir û me bang li Xizir dikirin. Rojî sê rojan dewam dikir. Sê rojan hin ciwanan qet av venedixwarin. Kê niyeta xwe bi çi dianî, ew diket xewna wê/î. Hin kesan mirova/ê pê re bizewice, hin kesan karê bike, hin kesan jî roja aramiyê didîtin.
Em berê civakeke hîn bêhtir bi bawer bûn. Kengî em ji baweriya xwe dûr ketin, hingî me her tiştê xwe winda kir. Berê pîr dihatin, cem dihat sazkirin û dîwanên gel dihatin avakirin. Semah dihat gerandin, pîr li ser agir dimeşiyan. Niha çanda me, baweriya me hat jibîrkirin. Dema hat ji bîr kirin çi bû? Gel, civak ji hev dûr ketin. Niha em nizanin gelo cîranê me nexweş e, birçî ye, tî ye? Lê belê rewş ne wiha bû.
AKDENÎZ: EM XWEDÎ LI RÊYA MIROVAHIYÊ DERKEVIN
Elîf Akdenîz: Dema bûyerên li herêmê diqewimin dibînim, rondik ji çavên min dibarin. Dixwazim bigirînim, dilê min dişewite. Êdî bes e! Xizir bi awara mirovên tengav bûne tê, em tengav bûne. Ji bo aştî û biratiyê dibêjim 'Ya Xizir'. Berê di meha Xizir de çira dihat vêxistin, niyaz dihatin belavkirin. Em îro jî loqmayên xwe belav dikin, lê em di şînê de ne. Ez dixwazim êdî aştî pêk were.
Rêya Xizir rêya aştiyê ye, rêya afirandina mirovahiyê ye. Kêm maye ev rêya me, ev çanda me bê ji bîr kirin; em xwedî lê derkevin.
ÇETÎNDERE: EM ÊŞÊN 38'AN DÎSA DIJÎN
Sakîne Çetîndere: Destpêkê me cem digirt, qurban serjê dikir, niyaz belav dikirin. Niha ev baweriya me li ber ji bîr kirinê ye. Sê çand hene ku Elewîtiyê bi taybetî jî abweriya Sersorî deridxîne holê; meha Gaxan, meha Xizir û hewtemal e. Em van ji bîr nekin. Dema em van ji bîr bikin, em ê baweriya xwe ji bîr bikin. Ya ku hêzê dide me baweriya me ye. Eger em baweriya xwe winda bikin, em ê hêza xwe jî winda bikin. Di her hilatina rojê de ez ji şibakeya mala xwe silav dikim: Ya heq, ya Mûhammed, Ya Elî, ya Xizir. Êdî dengê mem bibihîzin, van komkujiyan bi dawî bikin.
Di 1938'an de pîrên me, kalên me, apên me bi êşên giran jiyan. Em wan êşan bi mirinên li Sûr û Cizîrê careke din dijîn. Em ketin nava meha Xizir, hêvîdar in ev xwîn û şîdet wê êdî bisekine.