KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bi hezaran kes ber bi Cizîrê ve dimeşin
Meşvanên Botanê yên li Girê Mîra li dijî terora dewleta Tirk di nobeda berxwedanê de bûn, berê xwe dan Cizîrê. Girseya gel hewl dide xwe bigihîne navçeyê. -
TJK-E, KCD-E: Divê em bilezînin; bi şev û roj çalakiyan pêk bînin!
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCD-E) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li dijî êrîşên li Bakurê Kurdistanê yên ji bo qirkirina gelê Kurd tên kirin, banga mezinkirina berxwedanê kirin. -
Li Cizîrê operasyona wehşetê: Agahî ji 23 birîndaran nayê girtin
Ji 23 birîndarên li avahiyeke li taxa Cûdî ya Cizîrê asê mane, ku ev 5 roj in li benda çûyîna nexweşxaneyê ne, ji duh êvarê ve agahî ji wan nayê girtin. Hînê ambûlans negihaştiye birîndaran. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Garê û Zapê barandin
Balafirên şer ên Tirk danê vê sibehê saet di 04:00 de bombe li herêmên Garê û Zapê barandin. -
Li Ewropayê çalakiyên edaletê dewam dikin
Ji bo sê jinên şoreşger ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, vê hefteyê jî çalakiyên nobedê hatin lidarxistin. -
Fermandarê YPS'ê Bagok: Em ê çeteyên faşîst têk bibin
Ji fermandarên YPS'ê yên li navçeya Mêrdîn Nisêbînê Denîz Bagok diyar kir, divê civaka Kurd xwedî li qadên xwerêveberiyê derkevin û destnîşan kir, ew ê çeteyên faşîst ên li Kurdistanê têk bibin. -
Ji birîndaran agahî nayên girtin, ambûlans li derveyî taxê tên rawestandin
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz got bi 23 kesên li Cizîrê di êrîşan de birîndar bûne ev 5 saet in têkîlî qut bûne, diyar kir ku ambûlans û wesayîta cenazeyan hê li derveyî taxê tên rawestandin. -
Ciwanên ji bo Sûrê barîkat danîn
Ciwanên navçeya Rezan a Amedê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Sûrê li gelek sikakan barîkat danîn. -
Xelîl: Di dawiyê de neçar in li gelê Kurd vegerin
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku aliyên beşdarî civîna Cenevre-3 bûne di tiştekî de li hev nekirine û tenê ji bo beşdarnekirina gelê Kurd li hev kirine. -
Agahî ji 23 birîndarên li Cizîrê nayê girtin
Ji 23 birîndarên ku bi rojan e li bodrûma avahiyek li Cizîrê tê bomberdûmankirinin, agahî nayê girtin. -
Li Farqînê polîsên Tirk bend danîn!
Li Farqînê polîsên Tirk, hemû rêyên diçin Amîriya Buroya Asayîşê bi benda girtin. -
Li Colemêrg û Bazîdê 4 kes hatin girtin
Li Colemêrg û Bazîdê 4 kesên ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin hatin girtin. -
AYM wext ji bo operasyonan dide qezençkirin
AYM’ê serlêdanên parêzeran a ji bo birîndarên li Cizîrê asê mane têr nedît, agahî ji Qeymeqamê Cizîrê xwest. -
‘Tirkiye qetlîaman dike cîhan bêdeng e’
Di 12. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Parlamentoya Ewropa (PE) pêktê de polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk hat şermezarkirin û bêdengbûna cîhanê hat rexnekirin. -
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî: Qatil Erdogan û çeteyên wî wê hesab bidin gelê Kurd
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî bang li hemû ciwanan kir ku biherikin Sûrê û wiha got: “Qatil Erdogan û çeteyên wî, wê hesab bidin gelê Kurd.” -
Kurdan ji NY bang kirin: Em destûra Lozana Duyem nadin!
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY di roja 3. de bi mîtîngekê bi dawî bû, di tevahî rojê ji ber nevexwendina PYD’ê ya Cenevre-3 bertekên mezin hatin nîşandan. -
Heyeta Rojava ya li Cenevre bi DYA û Rûsya re hevdîtin pêk anîn
Piştî dawetiye ji Muslîm û Ahmed re ji bo hevdîtina Cenevreyê nehat, heyeta DYA bi PYD’yiyan re civiya. Nêzîkatiya heyeta DYA ya ku xwestin neheqiya li Kurdan hatiye kirin veşêre, ji aliyê PYD’yiyan ve nehat pejirandin. -
IPB xelata aştiyê da Ocalan
Di Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li PE didome de, Buroya Aştiyê ya Navneteweyî xelata aştiyê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Serokê PE Schûlz: Kiryarên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş bi Serokê PE Schûlz re civiya. Di hevdîtinê de êrîşa dewletê ya li ser Cizîrê jî ket rojevê, Schûlz diyar kir ku piştgiriya hewldanên HDP’ê dikin, kiryarên AKP’ê nayên qebûlkirin. -
3 wekîlên HDP’yî li Wezareta Karê Hindir dest bi gireva birçîbûnê kirin
Serokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parelmenterê HDP’ê Osman Baydemîr, li Wezareta Karê Hindir dest bi gireva birçîbûnê kirin. -
Li Swîsreyê li pêşiya şaredariyê çalakiya bêîtîatiya sivîl
Kurdistaniyên ku avahiya Şaredariya bajarê Orebra yê Swîsreyê dagir kirin, daxwaza li hember qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bêdeng nemînin ji hikûmeta Swîsreyê kir. -
PHKE: Wê sibehê dereng bikeve!
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî têkîldarî êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand, banga demildest ketina nav liv û tevgerê kir. -
Li Sûrê dengê çek û teqînan bilind dibe
Li taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê ku îro hatin qedexekirin, dengê çek û teqînan bilind dibe. -
Taziyeya gerîlayê HPG’ê Ayaz bi girseyî hat ziyaretkirin
Mala taziyeyê ya ji bo gerîlayê HPG’ê Serhat Ayaz, bi girseyî hat ziyaretkirin. Di axaftinên ziyaretê de hat diyarkirin ku pêwîstî heye li hember êrîşên qirker ên li Kurdistanê her kes bertekan nîşan bide. -
Li ber Qesra Dolmabahçeyê çalakî: ji Ocalan rê azadî û komkujiyan bi dawî bike
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destpêkirina muzakereyan, di hefteya 11'mîn de li ber Qesra Dolmabahçeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.