Çalakiya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destpêkirina muzakereyan di hefteya 11'emîn de jî li ber Qesra Dolmabahçeyê kom bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dayikên Aştiyê wek her hefteyê dowîzên ku daxwaza rawestandina şer û destpêkirina muzakereyan dike hilgirtin.
Dayika Aştiyê Emîne Erbek di çalakiyê de axivî û bal kişand ser komkujiyên dewletê yên li Kurdistanê. Erbek diyar kir ku dayik nikarin cenazeyên zarokên xwe jî wergirin û got "Ev dewlet ji me çi dixwaze. Em tenê aşitiyê dixwazin. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û li hemberî van komkujiyan raweste.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.