KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Koordînasyona Kantonên Rojava serketina Kobanê pîroz kir
Di daxuyaniyê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ên beriya niha bi demekê hatin damezrandin, weke encama vê serketinê hat nirxandin. -
Ruzgar Yildiz qetil kirin, bira Abdullah Yildiz jî binçav kirin
Polîsên Tirk ên ku li pêşiya Cizîrê malbat sekinandin, birayê Yildiz Abdullah Yildiz binçav kirin. -
Rewşa 25 birîndaran nebaş dibe, Walî ji bo wan înfaz bike çi ji dest tê dike
Li jêrzemîna maleke li taxa Cûdî ya Cizîrê, ev 4 roj in 25 birîndar û 4 kesên ji ber sewqî nexweşxaneyê nehatin kirin jiyana xwe ji dest dan, hînê li benda ambûlansê ne. Hewldanên ji bo rakirina birîndaran, ji aliyê Waliyê Şirnexê ve tên astengkirin. -
Nobeda ji bo Sûrê hatiye destpêkirin dewam dike
Çalakiya nobedê ya bi pêşengiya DBP û HDP'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Sûrê berî 5 rojan hat destpêkirin, didome. -
FKÊ ji bo berxwedana xwerêveberiyan dest bi meşeke dirêj dike
FKÊ ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk û silavkirina berxwedana xwerêveberiyan, di 30'ê Çileyê de ji bajarê Elmanya Bûrgdorfê heta bajarê Celle meşeke dirêj organîze dike. FKÊ banga tevlîbûnê li Kurdistaniyan kir. -
AKP'ê û dewleta Tirk destê alîkariyê dirêjî çeteyên DAIŞ'ê yên li Cerablûsê tengav bûne kirin
AKP, têkiliya xwe ya bi çeteyên DAIŞ'ê re, di ser deriyên veşartî yên li navçeya Dîlok Karkamişê ya li pêşberî Cerablûsê ye, didomîne. Çete di bin kontrol û ewlekariya leşkeran de bi hêsanî derbasî Karkamişê tên kirin. -
YBŞ bi tevlîbûnên nû re her mezin dibe
32 şervanên nû yên ji Akademiya Derwêşê Evdî mezûn bûn, cihê xwe di nava refên YBŞ'ê de girtin. -
Soza têkoşînê ya dabû Apê Nemir niha li Botanê bi cih tîne
Mahmût Alkayiş ê ku soza têkoşînê dabû yek ji nîşaneyên berxwedana Kobanê Apê Nemir, niha li Nisêbînê nobeda berxwedanê digire. -
Li Marsîlyayê zarok meşiyan
Li bajarê Fransa Marsîlyayê, Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan bi beşdariya bi sedan zarokî re, ji bo balê bikişîne ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike çalakiya boykotkirina dibistanê organîze kir. -
Dilşah Osman: Divê her der bibe qada çalakiyê
Hevseroka KCD-E Dilşah Osman got, "Roj roja serhildanê ye" û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku her derê bikin qada çalakiyê. -
Li rexê rê cenazeyek hat dîtin
Li navçeya Gever a Colemêrgê hat ragihandin, tê îdîakirin ku cenazeyek aîdî Şahabettîn A. ye hat dîtin. -
Kesekî din jî li Sûrê hat qetilkirin
Hat ragihandin ku di êrîşên beriya 3 rojan a li ser Sûr a Amedê ciwanê bi navê Hakan Aslan ê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. -
Ji birîndarên li Cizîrê Selamî Yilmaz jî jiyana xwe ji dest da
Ji birîndarên ku di êrîşên hêzên dewletê de birîndar bûn û ev 3 roj in di bodrûmê de li benda rakirina nexweşxaneyê ne, Selamî Yilmaz jî jiyana xwe ji dest da. -
Zirig û Taşkin li Frankfûrt hatin bîranîn
Ji bo Zirig û Taşkin ên li Cizîrê hatin qetilkirin li Frankfûrtê hatin bîranîn. -
Cenazeyê Zelal Dalgali hate definkirin
Cenazeyê endama YPS-JIN Zelal Dalgali (Dorşîn Amed) a li Nisêbînê di pevçûna piştî teqînê derket de jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoya Amedê hate definkirin. -
IHD ji bo ji mirinan re bibêje bes e dest bi nobeda 5 rojan dike
Şaxa Stenbolê ya Komaleya Mafên Mirovan (IHD) li dijî dorpêça dewletê ya li ser Kurdistanê û mirinên her diçe zêde dibe, li Qada Galatasaray dest bi nobeda jiyana bêdeng a 5 rojan kir. -
Nûnera Karên Derve ya YE sibehê wê Mêrdînê ziyaret bike
Nûnera Bilind a Polîtîkayên Karên Derve û Ewlehiyê ya YE Federîca Mogherînî wê sibehê Mêrdînê ziyaret bike. -
Di civîna MPKE de qetlîamên AKP’ê di rojevê de bûn
Seroka MPKE Anne Brasseûr li hember êrîşên dewleta Tirk bertek nîşan dan, diyar kir ku êrîşên li hember bajarên Kurdan nayê qebûlkirin. -
300 welatiyên Kobanê vegeriyan malên xwe
Piştî vekirina saetekê ya deriyê sînorê di navbera bajarê Kobanê û Bakurê Kurdistanê de, 300 welatiyên Kobanê vegeriyan warê xwe. -
Tacîza leşkeran li hember çalakiya nobedê
Çalakiya berxwedana nobedê ya meşvanên Botanê ya li Taxa Girê Mîra ya Nisêbînê, leşkerên Tirk bi wesayîtên zirxî dixwazin bikevin nava gel û gel tacîz dikin. Ketina taxan ya leşkeran ji aliyê gel ve hatin astengkirin. -
Çalakvanên greva birçîbûnê yên li Parîsê hatin binçavkirin
Di çalakiya greva birçîbûnê de 4 çalakvanên Kurd ên li pêşiya avahiya parlamentoya li paytexta Parîs a Fransayê ji aliyê polîsan ve hatin biçavkirin. -
Kurd û dostên wan li pêşiya avahiya Konseya Ewropa çalakî lidar xistin
Li pêşiya avahiya Konseya Ewropa, çalakiya rûniştinê ya 3 rojan ku rastî civîna Meclîsa Parlamentoyê hat, destpê kir. -
Bêrêziya Enqereyê li hemberî Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê
Serokê Parlementoya Kurdistanê Yusuf Muhammed û parlementerên li gel ên ji bo ziyareta HDP’ê çûn meclîsa Tirkan saetekê li ber derî hatin hiştin. -
KJK: Em li dijî faşîzmê eniya berxwedana hevpar xurt bikin
KJK’ê 1. salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir, wiha got: “Em bang li tevahî hêzên antî-faşîst dikin ku li dijî faşîzma hewl didin bi sazî bikin, em eniya berxwedana hevpar xurt û mezin bikin.” -
Xwendekarên Kerkûkê: Bêdeng nemînin, piştgiriyê bidin berxwedanê
Xwedekarên Zanîngeha Kerkûkê, dewleta Tirk protesto kirin, diyar kirin ku, wê li hember qetlîaman bêdeng nemînin, ew ê li gel berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê cih bigirin.