Ji birîndarên li Cizîrê Selamî Yilmaz jî jiyana xwe ji dest da
Ji birîndarên ku di êrîşên hêzên dewletê de birîndar bûn û ev 3 roj in di bodrûmê de li benda rakirina nexweşxaneyê ne, Selamî Yilmaz jî jiyana xwe ji dest da.
Ji birîndarên ku di êrîşên hêzên dewletê de birîndar bûn û ev 3 roj in di bodrûmê de li benda rakirina nexweşxaneyê ne, Selamî Yilmaz jî jiyana xwe ji dest da.
Ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin dorpêçê de ye, agahiya mirinek din hat. Ji birîndarên di nav 25 kesên ku di êrîşên dewletê yên li ser Taxa Cûdiyê de birîndar bûn û bi cenazeyê 3 welatiyan re li bodrûma avahiyekê ev 3 roj in ji ber êrîşên dewletê nikarin derkevin, Selamî Yilmaz jî jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku Yilmaz ê ji lingê xwe birîndarbûyî ji ber herîkîna xwîna jiyana xwe ji dest dane.
Tevî biryarên tedbîrê yên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa jî pêşî li êrîşan nayê girtin û hêzên dewletê destûrê nadin birîndar biçin nexweşxaneyê. Ji birîndarên di vê komê de tevî Yilmaz jî hejmara welatiyên jiyana xwe ji dest dan gihişt 4’an.