300 welatiyên Kobanê vegeriyan malên xwe

Piştî vekirina saetekê ya deriyê sînorê di navbera bajarê Kobanê û Bakurê Kurdistanê de, 300 welatiyên Kobanê vegeriyan warê xwe.

Piştî vekirina saetekê ya deriyê sînorê di navbera bajarê Kobanê û Bakurê Kurdistanê de, 300 welatiyên Kobanê vegeriyan warê xwe. 

Vegera welatiyên Kobanê ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê neçarî koçberiyê bûbûn, berdewam dike. Îro piştî vekirina saetekê ya deriyê sînorê Murşidpinarê yê di navbera bajarê Kobanê û Bakurê Kurdistanê de, 300 welatiyên Kobanê vegeriyan malên xwe.