Nûnera Karên Derve ya YE sibehê wê Mêrdînê ziyaret bike

Nûnera Bilind a Polîtîkayên Karên Derve û Ewlehiyê ya YE Federîca Mogherînî wê sibehê Mêrdînê ziyaret bike.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli di hevdîtinên li Parlamentoya Ewropa de bal kişandibû ser girtina hevşaredaran û binpêkirina mafên mirovan, nûnerên YE dawetî herêmê kiribû. Li ser daxwaza di cih de çavderiyê, Nûnera Bilind a Polîtîkayên Karên Derve û Ewlehiyê ya YE Federîca Mogherînî wê sibehê biçe Mêrdînê.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk têkîldarî binpêkirina mafên mirovan û ji wezîfe dûrxistina hevşaredaran li Strasboûrgê hevdîtin pêk anîn.

Hevşaredaran bi Nûnera Bilind a Polîtîkayên Karên Derve û Ewlehiyê ya YE Federîca Mogherînî û Komîserê Berpirsê Mezinbûnê yê Komîsyona Ewropa Johannes Hahn re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de Mogherînî got wê 25’ê Çileyê Enqereyê ziyaret bike, hevşaredaran xwestin Mogherînî û Hahn herêmê jî ziyaret bikin. 

Nûnera Bilind a Polîtîkayên Karên Derve û Ewlehiyê ya YE Federîca Mogherînî piştî civînê hat li Enqereyê hevdîtên pêk anîn û got, “Divê li Tirkiyeyê demildest agirbes bê îlankirin, bi Kurdan re hevdîtinên aştiyê pêk werin”, wê sibehê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê ziyaret bikin. Ji bo hevdîtina sibehê wê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî amade bibe.