Kurd û dostên wan li pêşiya avahiya Konseya Ewropa çalakî lidar xistin

Li pêşiya avahiya Konseya Ewropa, çalakiya rûniştinê ya 3 rojan ku rastî civîna Meclîsa Parlamentoyê hat, destpê kir.

Çalakiyên li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên li ser Bakurê Kurdistanê li Ewropa didomin.

Di pêşengtiya hevbirên KCD-E de çalakiyên li hember tecrîd û qetlîaman tên lidarxistin, di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Endamên Fermî yên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa ya Tirkiyeyê, Parlamenterê Îzmîrê û Berdevkê HDK’ê Ertûgrûl Kurkçu, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Filîz Kerestecîoglû, Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, Nûnerê Konseya Ewropa yê HDP’ê Fayik Yagizay, Endama Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropa Latîfe Erîn û saziyên Çep û Kurd jî di nav de gelek kes beşdar bûn.

 ‘EV GEL WÊ BI SER KEVE’

Keresetecîoglû di daxuyaniyê de bal kişand ser qetlîam û êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û wiha anî ziman: “Gel li hember van qetlîam û êrîşan li ber xwe dide û ev gel wê bi ser keve.”

Kerestecîoglû bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan ku Nelson Mandela berxwedana wî wek ya rêberê gelekî mînak nîşan da û got: “Wê di dawiyê de ev gel têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser bixe.”

‘EM STATUYA MÊTINGERIYÊ NAPEJIRÎNIN’

Kurkçu jî wiha axivî: “Li gelek bajarên Kurdistanê li hember daxwaza azadiya gel û têkoşîna azadiyê bi êrîşên tank, top û bi çekên giran bi awayek organîze êrîş tên meşandin. Di têkoşîna berxwedana gelê Kurd de cihgirtin, ji bo min rûmetek mezin e. Di cîhana roja me de gel Kurd bi têkoşîna xwe bal kişandiye ser xwe. Di dawiya vê têkoşînê de statuya mêtînger a li Kurdistanê û ne jî sûltantiya Erdogan nayê pejirandin.”

 ‘BILA EWROPA DEST JI BÊDENGBÛNÊ BER DE’

 Ceylan jî berxwedana gelê Kurd silav kir û wiha got: “Bang ji destpêkê li Konseya Ewropa, AKPM û YE û dewletên Ewropa kir ku bêdengbûna xwe ya li hember qetlîamên li Kurdistanê dest jê berdin.”

Ceylan tecrîda li ser Ocalan jî şermezar kir û wiha got: “Em daxwaza azadiya Birêz Ocalan dikin”.

 “EM Ê HÊ ZÊDETIR XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERKEVIN”

Erîn jî di axaftina xwe de diyar kir ku divê ji destpêkê jin û hemû gelê Kurd hê zêdetir xwedî li têkoşînê derkevin. 

Çalakiya ku vê sibehê bi beşdarbûna 200 kesan destpêkir tê payîn ku hê zêdetir tevlîbûn çêbibe.

...