KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
2 ciwanên duh li Cizîrê hatibûn gulebarandin hatin binçavkirin
Duh 2 ciwan di mala xwe avêtibûnê de dihatin gulebarandin, hat diyarkirin ku li ser israra dayik Gule Urun a dixwest bimeşe cihê bûyerê, polîs û dayik Urun çûn mala behsa wê tê kirin û her 2 ciwan hatin binçavkirin. -
Birîndarên li Cizîrê: Avahî bi ser me de hildiweşe, em nikarin bêhnê bigirin
Avahiya kesên birîndar ên ku ev 3 roj in li Taxa Cûdiyê li benda ambûlansê ne hê di bin topbaranê de ye. Wekîlê HDP’yî Sariyildiz peyaman de wiha tê gotin: “Avahî bi ser me de hildiweşe, em nikarin bêhnê bigirin.” -
Komeleya Îslamiya Kurdistanê jî beşdarî civîna Barzanî nabe
Komeleya Îslamiya Kurdistanê diyar kir ku ji ber ku ji bo civîna sibe zemîn nehatiye amadekirin û encamek baş jê dernakeve wê beşdarî civîna sibe ya Mesûd Barzanî nebin. -
Hezên taybet ên Tirk taxên li Silopiyayê dorpeç kirin
Ev 37 roj in gelê Silopiyayê li hember êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide û ev çend roj bûn êrîşên ku hatibûn rawestandin îro dîsa bi wesayîten zirxî û polîsan ve tax hatin dorpeçkirin. -
Desturê nadin malbat cenaze teşhîs bike
Cenazeyê Ruzgar Yildiz ê ku li Cizîrê hate qetilkirin û ji bo otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate kirin, destur nayê dayîn ku malbat cenaze teşhîs bikin. -
Di pîrozbahiya Kobanê de berxwedanên xwerêveberiyê hatin silavkirin
Bi sedan welatiyên Kobanê li ser girê Miştenûr, yekemîn salvegera rizgarkirina navenda Kobanê pîroz kir û berxwedana Bakur silav kir. -
HDP’yiyên dixwazin biçin Nisebînê li Qoserê hatin astengkirin
HDP’yiyên ku piştî Kongreya HDP’ê ya Enqereyê xwestin biçin nobeda berxwedanê ya li Nisêbînê ji alîyê polîsên Tirk ve li Qoserê hatin astengkirin. -
Kurdistanî li pêşiya NY ne: Mudaxeleyî qetlîamê bike!
Kurdistaniyên li pêşiya NY dest bi çalakiya rûniştinê kirin, xwestin ku NY li hember polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bikeve nav liv û tevgerê. -
KESK, DÎSK û TMMOB jî di nobeda berxwedanê de ne
Komek kedkarên ji şaxên Mêrdînê yên KESK, DÎSK û TMMOB’ê jî tevlî nobeda berxwedanê ya ji bo Cizîr,Silopiya û Sûrê hat destpekirin bûn. -
Malbata Ocalan di nobeda berxwedanê de ye
Ji bo dawîanîna terora dewleta Tirk û dorpêça li ser Cizîrê meşa Botanê ya ku li Taxa Girê Mîra ya Nisêbînê xwarziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Alî Ocalan beşdarî berxwedana nobedê bûn. -
HPG’ê 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî
HPG’ê, gerîlayên bi navê Nûran Daniş (Xwînda Zagros) û Serhat Ayaz (Yûsûf Demhat) ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. -
Tevgera Goran wê tevlî civîna sibe ya li Hewlêrê nebe
Tevgera Goran da xuyakirin, ku ew ê tevlî civîna sibe ya lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî bi partiyên siyasî re bike, nebin. -
Hêzên dewleta Tirk mizgefta dîrokî ji xwe re kirin biryargeh
Hêzên dewleta Tirk, Mizgefta Îbrahîm Bey a dîrokî, weke biryargehê bikar tînin. -
Taniş û Denîz li Silopiyayê hatin bîranîn
Di salvegera 15. a windakirina wan a di binê çavan de rêveberên HADEP'î Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz hatin bîranîn. -
Azadiya Welat: Rewşa birîndaran nebaş dibe; divê DMME bi lezgînî biryara tedbîrê bide
Azadiya Welat xwest, têkildarî birîndarên li Cizîrê ku midûrê wan ê karê nivîsê Aktaş jî di nav de heye, derhal biryara tedbîrê were dayîn. Rojnameyê banga 'Bêdeng nemîne' li raya giştî kir. -
Ji bo Korkmaz mewlûd
Ji bo Hasan Korkmaz ê li Nisêbînê di dema êrîşên dewleta Tirk de birîndar bû û piştî dermankirina 55 rojan jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn. -
Li Elmanya, Danîmarka û Awûstûryayê berxwedana gel hat silavkirin
Li Elmanya, Danîkarma û Awûstûryayê, êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û berxwedana gelê Kurd hat silavkirin. -
Girtiyên PKK û PAJK'î': Bi armanca hişyarkirinê em dest bi greva birçîbûnê dikin!
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, li dijî tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê dikin. Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin, "Eger êrîşên faşîst nesekinin, çalakiyên me jî wê bi dengê gelê me re bilind bibin." -
PKK'ê şehîdên meha Çileyê bibîr anî
Desteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Çileyê bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê bîranîna Sakîneyên li Parîsê, Sêvên li Silopiyayê ji xwe re bikin hinceta jiyanê û ji sedî sed bi şoreşê re tacîdar bikin." -
Li Kobanê şahiya rizgarkirinê
1. salvegera rizgarkirina Kobanê li ser Girê Miştenûrê bi şahiyekê hat pîrozkirin. -
Perwerdekar: Heta ku dorpêçî bê rakirin em li qada çalakiyê ne
Tevî hemû êrîşên hêzên dewletê, berxwedana xwerêveberiyan û desteka ji bo berxwedanê mezin dibin. Kedkarên perwerdeyê yên li Amedê destek dan berxwedana gel û bang li dewletê kirin, derhal dorpêçiyê rakin. -
Nobeda berxwedanê ya Meşvanên Botanê di roja 4. de ye
Çalakiya nobeda berxwedanê ya li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê, ku bi beşdariya bi hezaran Meşvanên Botanê yên ji gelek bajaran tê lidarxistin, di roja 4. de dewam dike. -
Topbarana li dij Sûrê dewam dike
Berxwedana Sûrê ya li dijî tank û topên dewleta Tirk di roja 55. de ye. Êrîşên hêzên dewleta Tirk danê vê sibehê dijwartir bûn. -
Gotin 'Em bêdeng neman' û li ber Parlamenta Fransayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kurdistaniyên bi navê Sedat Şahîn, Erdogan û Firat Bayhan, Mazlûm Tîltay, li dijî êrîşên qirkirinê yên bi fermana AKP'ê li Kurdistanê tên kirin, dest bi greva birçîbûnê kirin. -
MLKP: Her kesê xwe weke şoreşger, demokrat dibîne, divê destekê bide berxwedanê
Fermandarê MLKP'ê yê Şengalê Cevahîr hişyarî da û diyar kir ku ew ê bi bersivdayînê re hesabê êrîşên li Bakurê Kurdistanê bipirsin. Cehavîr bang li hemû şoreşger û demokratan kir, ku li cem gelê Kurd cih bigirin.