Taniş û Denîz li Silopiyayê hatin bîranîn
Di salvegera 15. a windakirina wan a di binê çavan de rêveberên HADEP'î Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz hatin bîranîn.
Di salvegera 15. a windakirina wan a di binê çavan de rêveberên HADEP'î Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz hatin bîranîn.
Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebûbekîr Denîz, beriya niha bi 15 salan li navçeya Şirnex Silopiyayê, piştî Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê ya Silopiyayê bang li wan hat kirin û çûn fermandariyê, ji hingÎ ve agahî ji wan nehat girtin. Taniş û Denîz di salvegera 15. a windakirinê de hatin bîranîn.
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, rêveberên MEYADER, HDP û DBP'ê yên Silopiyayê malbatên Denîz û Taniş ziyaret kirin.
Îrmez bibîr xist ku kiryarên windakirina Taniş û Denîz hînê nehatine aşkerekirin û da zanîn ku komkujî û înfazên bê daraz ên beriya 15 salan, di roja îro de jî bi qedexeyên derketina derve re didomin. Îrmez got, "Li gelê Kurd şer û zilm tê kirin. Nahêlin gelê Kurd siyasetê bike. Hevalên me yên ku siyasetê dikin jî di binê çavan de winda dikin."
Komê ji malbatan re sersaxî xwest.