Desturê nadin malbat cenaze teşhîs bike
Cenazeyê Ruzgar Yildiz ê ku li Cizîrê hate qetilkirin û ji bo otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate kirin, destur nayê dayîn ku malbat cenaze teşhîs bikin.
Cenazeyê Ruzgar Yildiz ê ku li Cizîrê hate qetilkirin û ji bo otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate kirin, destur nayê dayîn ku malbat cenaze teşhîs bikin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê duh li taxa Dagkapi cenazeyên ku hatibûn dîtin ji wan 2 cenaze ji bo otopsiyê şandibûn Naxweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hate hinbûn ku cenazeyek aydî Ruzgar Yildiz û ku di 1991'yan de li Cizîrê ji dayik bûye ye. Malbata ku ji bo tehîskirina cenaze ji Cizîrê xwest biçe Şirnexê li 155 geriya û destur xwest. Daxwaza malbatê ya ku ji bo teşhîskirina cenaze biçin Şirnexê ji aliyê emniyetê ve hate redkirin