Hêzên dewleta Tirk mizgefta dîrokî ji xwe re kirin biryargeh
Hêzên dewleta Tirk, Mizgefta Îbrahîm Bey a dîrokî, weke biryargehê bikar tînin.
Hêzên dewleta Tirk, Mizgefta Îbrahîm Bey a dîrokî, weke biryargehê bikar tînin.
Hêzên dewleta Tirk ên ku ev 55 roj in nikarin bikevin nava taxên berxwedanê, ji herêmên Hemama Çardakli, Mizgefta Kûrşûnlû, Dibistana Seretayî ya Mardînkapi û Bircê Bizinan topan diavêjin.
Ji ber bomberdûmanê gelek xaniyên li herêmê xera bûn. Hêzên dewleta Tirk hewl didin enqaza xwe bi kepçeyên zirxî rakin û bikevin nava taxan. Ji danê sibehê û vir ve guleyan li taxan direşînin.
Hêzên dewleta Tirk her wiha hin ji cihên dîrokî jî ji xwe re weke biryargehê bi kar tînin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hêzên dewleta Tirk Mizgefta Îbrahîm Bey weke biryargehê ji xwe re bi kar tînin.