Perwerdekar: Heta ku dorpêçî bê rakirin em li qada çalakiyê ne

Tevî hemû êrîşên hêzên dewletê, berxwedana xwerêveberiyan û desteka ji bo berxwedanê mezin dibin. Kedkarên perwerdeyê yên li Amedê destek dan berxwedana gel û bang li dewletê kirin, derhal dorpêçiyê rakin.

Berxwedana Sûrê ya li dijî terora dewleta Tirk di roja 55. de dewam dike. Desteka ji bo berxwedanê jî roj bi roj zêde dibe.

Piştî çalakiya 'Nobeda Spî' ya kedkarên tenduristiyê ku ev meheke tê lidarxistin, kedkarên perwerdeyê li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dest bi nobedê kirin. Çalakiya nobedê ku di navbera saet 12:00-19:00 de pêk tê, di roja 4. de ye. 

TEKÎN: HÊZÊN DEWLETÊ BÊ EXLAQIYÊ DIKIN'

Hevserokê Şaxê Sêyemîn ê Egîtîm-Senê Abdulcabar Tekîn diyar kir, ku heta dorpêçiya dewletê dewam bike ew jî çalakiyên xwe bidomînin.  Tekîn got, "Bi vê çalakiyê re em dixwazin balê bikişînin ser mijarên bêparmayîna gel ji ewlekariya jiyanê, mafên tenduristî, stargeh û xwarinê yên li van herêmên derketina derve hatine qedexekirin."

Tekîn bibîr xist ku hêzên dewletê dibistanan dagir dikin û bal kişand ser nivîsên nîjadperestî yên ji aliyê JOH û POH ên dewleta Tirk ve li ser textên dibistanan hatine nivîsandin û wêneyên wan di medya civakî de hatine parvekirin. Tekîn da zanîn ku ev nivîs û nêzîkatî ne exlaqî ye û nîşandeya zîhniyeta wan a li derveyî mirovahiyê ye.

Tekîn diyar kir ku Wezareta Perwerdeya Milî ya Tirk veguheriye parçeyek ji polîtîkaya tinekirinê ya dewletê.

Tekîn ragihand ku pirsgirêka 'qedexeya derketina derve' ne tenê pirsgirêka mirovên li herêmê ne, pirsgirêka her kesî ye û got, "Mixabin mirovên li herêmên rojavayê Tirkiyeyê dijîn, li pêşberî van binpêkirinên mafên mirovan gelekî bêdeng in. Hem di medyayê de hem jî bi rêya qenalên din, ji bo ragihandina van êrîşan çi ji destê me bê em ê bikin."

'DIVÊ QEDEXE TAVILÊ WERE RAKIRIN'

Abdulcabar Tekîn diyar kir ku êrîşên qirkirinê yên dewletê rê li ber tavmayên civakî vedikin û got, "Mirovên li herêmê neçar dimînin malên xwe, cih û warên xwe biterikînin. Yên koç nakin û dimînin jî rastî binpêkirina mafên mirovan tên. Ya ku em dixwazin ew e, ku ev qedexeyên li herêmê tavilê werin rakirin, jiyan bê asayîkirin û gelê li herêmê bibe xwedî standartên însanî."

...