Komeleya Îslamiya Kurdistanê jî beşdarî civîna Barzanî nabe

Komeleya Îslamiya Kurdistanê diyar kir ku ji ber ku ji bo civîna sibe zemîn nehatiye amadekirin û encamek baş jê dernakeve wê beşdarî civîna sibe ya Mesûd Barzanî nebin.

Mesûd Barzanî sibe wê li gel partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicive. Li ser vê yekê îro Komeleya Îslamiya Kurdistanê ji bo biryara xwe ya beşdarî civînê bibe yan ne civiya. Piştî civinê Komeleya Îslamiya Kurdistanê daxuyanî da û ragihand ku wê beşdarî civînê nebin.

Di daxuyaniya Komeleya Îslamiya Kurdistanê tê diyar kir ku ji ber ku rewşa Herêma Kurdistanê nehatiye başkirin, ji bo civînekî bi  vî rengî bingeh nehatiye amade kirin û ti encam jê dernakeve beşdar nabin.

Her wiha Tevgera Goran jî îro dabû diyar kirin ku wê beşdarî civîna sibe ya Mesûd Barzanî nebin.