Di pîrozbahiya Kobanê de berxwedanên xwerêveberiyê hatin silavkirin

Bi sedan welatiyên Kobanê li ser girê Miştenûr, yekemîn salvegera rizgarkirina navenda Kobanê pîroz kir û berxwedana Bakur silav kir.

Bi sedan welatiyên Kobanê li ser girê Miştenûr, yekemîn salvegera rizgarkirina navenda Kobanê pîroz kir û berxwedana Bakur silav kir. 

Gelê Kobanê îro yekemîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyekê pîroz kir. Bi sedan welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn, herikîn Qada Newrozê ya li ser Girê Miştenur. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û alên YPG/YPJ’ê hate xemilandin. Her wiha pankartek mezin a "Yekemîn salvegera rizgarkirina Kantona Kobanê li Rêber Apo, li gelê Kurd û hemû mirovahî pîroz dikin" hate daliqandin.

Li qadê alên YPG û YPJ`ê, TEV-DEM, Yekîtiya Star, Hêzên Parastina Cewherî (HPC), PYD û PDK-S hatin vekirin. Di şahiyê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" û dirûşmên ku berxwedan Bakurê Kurdistanê silav dikin hatin berzkirin.
Axaftina destpêkê Fermandara YPJ’ê Rehîme Kobanê kir, diyar kir ku li Kurdistanê rûpelek nû vebûye, wiha domand: “ Em îro diyarî şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî mirovahiyê dikin. Îro roja şeref û rûmetê ye. Kobanî îro xwedî Kobaniyek azad in. Em YPG/YPJ ji bo azadiya tevahî Kurdistanê amade ne.” Kobanê anî ziman ku berxwedana xwe didomîne û wiha bang li jin û xortên ciwan kir: “Ji bo di vî şerê rûmetê de cih bigirin divê biherikin nava refên YPG/YPJ’ê.”
 Piştî axaftina Fermandara YPJ’ê Rehîme Kobanê, Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim jî axivî û evt tişt anîn ziman: "Em salvegera Kobanê li hemû keç û xortên têkoşer pîroz dikin û bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Ji ber vê têkoşîna şehîdan em gihîştin rizgarkirina Kobanê. Pêwîst e em erka xwe ya parastina nirxên mirovahiyê û avakirina Sûriyeyek demokratîk pêk bînin."

Piştrî Enwer Muslim, peyama Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê hate xwedin.

Piştî axaftinan koma Botan a muzîkê derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin. Koma Şehîd Perwîn a Govendê jî lîstikên xwe pêşkêş kirin.